67emîn Mîhrîcana Berlinale dest bi çalakiyên xwe kiriye

10-02-2017
RÛDAW
Festîvala Berlînale li Berlînê duh dest bi çalakiyên xwe kir
Festîvala Berlînale li Berlînê duh dest bi çalakiyên xwe kir
Nîşan Festîvala Berlinale Berlîn Fîlm
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) – 67emîn Mîhrîcana Fîlman a Berlînê (Berlinale) duh bi merasîmekê dest pê kir.

 

Mîhrîcan bi pêşkêşkirina fîlmê bi navê “Django” yê derhênerê fransî Etienne Comar, dest pê kir. Mîhrîcan li Berlîna paytexta Almanyayê li Hotêla Grand Hyatt tê lidarxistin.

 

Di festîvala îsal a Berlînaleyê de,18 fîlm ji bo xelatên “Hirçê Zêrîn” û “Hirçê Zîvîn” dê têkevin pêşbaziyê û herwiha 399 fîlmên ji 72 welatan dê werin nimayişkirin.

 

Beriya destpêka galaya mîhrîcanê Etienne Comar, aktor û aktrîstên wê fîlmê, bi serokatiya derhêner Paul Verhoeven endamên lijneyê û gelek kesên vexwendî li ser mafûrê sor meşiyan.

 

Di nav vexwendiyên mîhrîcanê de ji tîma Bayern Munixê (Bayern Munchen) futbolîstê alman Jerome Boateng, manken Toni Garn, derhêner Wim Wenders û Cîgira Serokê Encumena Federal Claudia Roth jî hebûn.

 

Xelatên mîhrîcanê, dê 18ê Sibatê bêne dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst