Li 40 kîlometriya DAIŞê Festîvala Fîlm a Duhokê tê lidarxistin

09-09-2016
RÛDAW
Nîşan Festîvala Fîlm a Duhokê Kurdistan Fîlma Reşeba Rûdaw DAIŞ
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Êvariya îro înê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, 4emîn Festîvala Navneteweyiya Fîlm a Duhokê li bajarê Duhokê dest pê kir. Festîval dê heta 16ê Îlonê berdewam be.

 

Çaremîn Festîvala Navdewletî ya Fîlm a Duhokê bi beşdariya berpirsên pilebilindên hikûmetê, çend konsul û balyozên welatên biyanî, rayedarên Wezareta Rewşenbîrî û Lawan û herwiha çend parlamenteran dest pê kir û çendîn sînemakar û hunermendên navxweyî û derveyî tê de beşdar bûne.

 

Festîvala Fîlm a Duhokê salane tê encamdan û di maweya 2 salên bihorî de ku festîval birêveçûye, şerê DAIŞê hebûye û eniyên şer jî pirr nêzîkî sînorê parêzgeha Duhokê ne.

 

Îsal jî cihê sazkirina festîvalê tenê 40 kîlometran dûrî eniyên şerê li dijî DAIŞê ye.

 

Festîvala Navdewletî ya Fîlm a Duhokê, salane mêvandariya sînemaya welatekê dike. Sala 2012, festîvalê mêvamdariya sînemaya Almanya kir, sala 2013 mêvandariya sînemeya Îtalya, sala 2015 sînmeya Fransa û îsal jî mêvandariya sînemaya welatên Skandînaviya kiriye.

 

Li gorî agahiyan, welatên Skandînaviya bi 13 fîlman beşdarî di 4emîn Festîvala Navdewletiya Fîlm a Duhokê kirine.

 

Di Festîvalê de herweke salên borî, bi dehan fîlmên Kurdî û biyanî tên  nimayişkirin.



 

Îro di yekemîn roja festîvalê de, merasîma vekirina festîvalê, mafûrê sor û herwiha nimayişkirina fîlma Reşeba ya bi derhêneriya sînemakarê Başûrê Kurdistanê Hisên Hesen hebû.

 

Fîlma Reşeba behsa çîroka êrişên DAIŞê bo ser Kurdên Êzidî û rewşa wan dike.

 

Sibe şemî 10ê Îlonê dê çalakiyên festîvalê û nimayişkirina fîlman dest pê bike.

 

Li gorî bernameya festîvalê dê her roj ji saet 11:00ê sibehî ve heta saet 22:00ê şev çalakiyên festîvalê hebin û dawîn roja festîvalê jî, roja 16ê Îlonê dê xelat bên dabeşkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst