Rûdaw dest dide sînemaya Kurdî

08-08-2016
RÛDAW
Nîşan Festîvala Fîlman Sîlêmanî Sponsor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Bajarê Silêmaniyê xwe ji bo sazkirina yekemîn festîvala navdewletî ya fîlman amade dike û Rûdaw jî dibe sponsorê festîvalê.

 

Yekemîn Xûla Festîvala Navdewletî ya Fîlman a bajarê Silêmaniyê dê roja 1ê Cotmaha 2016ê de destpê bike. Festîval dê 4 rojan bajo û sazûmankarên festîvalê jî dibêjin, dê di festîvalê de 50 fîlm bên nîmayişkirin.

 

Beriya niha li bajarê Hewlêr û Duhokê festîvalên navdewletî yên fîlman hatibûn sazkirin. Lê ev yekemîn care ku bajarê rewşenbîriyê Silêmanî, xwe ji bo festîvalek wiha amade dike.

 

Her çend, li gor biryara Parlamentoya Kurdistanê pêwîste ji bo çalakiyên wiha yên hunerî bûdceyê dabîn bike jî lê ev çalakî û piraniya çalakiyên din jî bi sponsoriya kerta taybet, birêve diçin.

 

Rêveberê Hunerî yê Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê Daner Omer ji Rûdawê re got:

 

 “Piştî ku hizra sazkirina festîvalê peydabû, şîrketa Mestî Fîlm, biryara piştgiriya festîvalê kir. Silêmanî peytexta rewşenbîrî û hunerî ye. Me divê em vê nasnameyê tekez bikin. Şîrketa Mestî Fîlm bi hevkariya Parêzgariya Silêmaniyê û Serokatiya Zanîngeha Silêmaniyê vê projeyê cîbicî dikin. Şîrketên kerta taybet ên Silêmaniyê û yên navdewletî jî dê sponsoriya projeyê bikin.”

 

Rûdaw dibe sposorê medyayî yê festîvalê

 

Daner Omer amaje bi wê yekê kir ku armanca wan ew e di vê festîvalê de ji hemû aliyan ve karek baş bikin û giring e ku karê sposoriya medyayê jî dane Tora Medyaya Rûdawê û wiha axivî:

 

“Em li gel berpirsên Rûdawê axivîn û di vê hefteyê de jî emê girêbastê îmze bikin. Me helda yên baştir ji bo projeyê hilbijêrin. Lê kanalên din jî dikarin rûmala festîvalê bikin.”

 

7 hezar û 300 fîlm ketin tîrûpişkê

 

Serpereştê projeyê diyar kir ku di navbera rojên 5ê Nîsana 2016ê heta 5ê Hezîrana2016ê, bi qasî 2 mehan deriyê xwe ji bo derhênerên filman vekirine da ku fîlmên xwe pêşkeş bikin û wiha axivî:

 

“Di vê heyamê de ji 105 welatan nêzîkê 7 hezar û 300 fîlm hatin. Piştî nîmayîşa hemû fîlman, 50 fîlm ji bo festîvalê hatine hilbijartin. Ew jî 38 fîlmên dirêj û 12 jî yên kurt in.”

 

Bi gotina Daner Omer wan di festîvalê de ji bilî aliyê hunerî xwestina nasandina Kurdistanê jî bikin. Bi vî armancê jî dabeşkirina fîlman weke yên “neteweyî û navneteweyî” hatine cudakirin.

 

Daner Omer wiha berdewam kir:

 

“Filmên bajarên her çar parçeyên Kurdistanê di asta fîlmên neteweyî de hatine danîn. Lê yên Tahran û Bexdayê jî weke yên navneteweyî hatine hejmartin.”  

 

Omer dazanîn ku çendîn rexnegirên sînemayê jî vexwendine festîvalê da ku guftûgoyê li ser fîlman bikin û wiha berdewam kir:

 

“Ji aliyê hunerî ve çend giring be, ji aliyê siyasî ve jî ji bo Kurdistanê ev festival ew hinde giring e. Ji ber ku çendîn dîplomatkarên cîhanê jî vexwendiyê vê festîvalê ne.”

 

Berpirsên festîvalê dixwazin di 4 rojên festîvalê de panelek derbarê serxwebûna Kurdistanê de saz bikin. Derbarê vê yekê de jî Daner Omer wiha got:

 

“Armanc ew e ku di vê festîvalê de ji bo me eşkere bibe ka gelo sînema dikare ji serxwebûna Kurdistanê re bibe alîkar. Gelo ma ji bo serxwebûnê, li gel bingeha aborî, bingeha hunerî jî ne pêwîst e?”  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst