Rewşa Pirtûka kurdî li Rojavayê Kurdistanê

07-05-2015
Xalid Cemîl Mihemed
Rojava-Pirtûk
Rojava-Pirtûk
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û rewşenbîr dibêjin, rewşa pirtûka kurdî li Rojavayê Kurdistanê baş nîne çimkî pirtûkên kurdî kêm in her wiha bihabûna nirxa pirtûkan û hebûna înternetê bûne sedema wê ku pirtûk kêm bên xwendin.

Nerînên têvel û cuda derbarê pirtûka kurdî li Rojavayê Kurdistanê hene. Hin rewşenbîr paşketina vê pirtûkê vedigerînin hokarên siyasî, civakî û dîrokî, hin jî vê paşketinê bi rola nivîskaran ve girêdidin.

Gellek astengiyan li hember geşekirina pirtûka kurdî hene lê hêj piraniya wan astengiyan berdewam in. Êdî li gorî beşekî ji dahêneran, pêwîstiya pirtûka kurdî bi çareserkirina wan kêşeyan heye, ku dibin rêgir li ber pêşketina vê pirtûkê.

Li gorî nerînên rewşenbîran, pirtûkxaneya kurdî, li Rojavayê Kurtdistanê di hejariyê de maye, tevî ku hêdî hêdî guhertinên erênî di vî warî de peyda dibin.

Pirtûka kurdî ji ber siyasetên pişaftin û asîmîlasyonê ziyan dîtiye, bi taybetî ku gellek nivîskaran li şûna zimanê  kurdî berê xwe dane zimanên biyanî û berhemên xwe tevlî pirtûkxaneyên wan zimanan kirin, herwiha pirtûkên bi wan zimanan ji pirtûkên kurdî bêhtir in.

Zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi salan qedexe bû, lewma guhdaneke mezin bi pirtûkên kurdî nedibû, lê her geşbînî di vî warî de peyda dibe, ku di paşerojê de pirtûka kurdî cihê xwe yê guncaw di nav rêza pirtûkên cihanî de bibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst