Koma Candar li kolanên Stenbolê muzika kurdî pêşkêş dike

06-11-2017
Emîn Aba
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê bi sedan hunermendên şeqaman hene ku beşek mezinê ji wan bi Kurdî disitrên û tevî hemî astengiyan jî ev huner tên berdewamkirin.

 

Murat û Cemal du hevalên muzîkjenin ku li kolanên Stenbolê bi sitranên xwe xelkê li derdora xwe kom dikin û kêfa wan tînin cîh. Herdû heval di bin navê Koma Candar de hunerên xwe pêşkêş dikin lê niha ji zext û fişaran gilî dikin.


Endamên Koma Çandar dibêjin piştî rewşa awarte ji ber astengiyan, wek berê nikarin bi asanî tev bigerin. Şaredariya Stenbolê desturên taybet dide ji bo hunermendên kolana lê tevî vê yekê jî yên bi Kurdî disitrên carinan rastî êrişan tên carinan jî ji hêla hêzên ewlehiyê tên asteng kirin.


Muzîkjen Murat Çelîk ji Rûdawê re wiha got: “Ez rojek hatim cadeya Îstiklalê. Min dît yek bi Kurdî disitrê. Ez jî çûm ba wî û min li gel wî kilaman got. Birayên min jî gîtar lê dixin. Rojek ez hatim ba wan û min ji wan re behsa vê meselê kir. Ew jî dihatin Taksîmê û kilam digotin. Paşê min ji vî karî hez kir. Xelk li dora me kom dibin ji me hez dikin. Guhdariya me dikin. Ez pir kef xweş dibim. Ez û Cemal ev 4 sal in em hevûdu nas dikin. Lê ev salek dibe ku em bi hev re karê muzîkê dikin. Carinan kafe hebe em derdikevin carinan jî konser hebin ez û Cemal em derdikevin. Em debara xwe bi vî awayî dimeşînin."


Piştî amadekariyên deng û akortan êdî dewama kolanan dest pê dike. Herdû endamên vê komê li malekê bi hev re dijîn. Ew, hunera muzîkê perçeyeke ji jiyane xwe hesêp dikin.


Muzîkjen Cemal Soyalp jî got: “Ez ji Wanê me. Ev der jî kolana me ye. Emê niha herin caddeya Îstîklalê û sitranan bêjin. Emê kilamên govendê bêjin bila kêfa milet xweş be. Niha li Tirkiyê proseyek ne baş heye emê jî dixwazin kêfa xelkê xweş bikin."


Caddeya Îstîklalê, bi muzîkjenên xwe gellek navdar e .Pir grup li vê caddeyê stranan dibêjin lê kî ji wan qelebalixiya herî mezin li dor xwe kom bike ew di herêmê de wek herî serkeftî tên naskirin.


Di berdewamiya axaftina xwe de Murat Çelîk got: “Xelk li dora me kom dibin. Me guhdar dikin. Em kêfxweş dibin. Weke hun jî li vir dibînin çepikan lê dixin em bi hev re kilaman dibêjin. Xelkê me li dor me ne û me tenê bernadin. Em derdora seatekê li vir muzîka xwe dikin. Piştî wê jî em diçin kafeyek çay vedixwun. Piştre ger dengê me di cîh debe em dîsan tên stranan dibêjin.”


Cemal Soyalp jî diyar kir ku berî rewşa awarte rewş gellek baş bû û wan ji kîjan stranê hez bikira digotin û wiha domnad: “Tirkî, Kurdî, yê zazakî bigotana yên çerkezî... hemî serbest bû. Kêfa me gellek pê xweş dibûn li piştî ku rewşa awarte dest pê kir. Em nikarin wek berê stranan bibêjin. Carinan polis me digirin a rastî. Polîsên baş hene lê yên pir xerab jî zêde ne. Carinan wan pereyên ku me qezenc kiriye ji me digirin û dibêjin qaşo em ji derdorên ne legal re dişînîn. Ji me re ceza jî lê dikin carinan.Niha jî emê sitranek jibo xelkê xwe yê başûr jî bibêjin emê ji dil û can bibêjin. Hêvidarim bi dilê wan be."


Şaredariya Stenbolê, destûra taybet ji muzîkjenên kolanan derdixe û her grubek ango şexsek cihê pêşandana hunera xwe ciyawaz e. Hinek di kolanan hinek di metroyan û hinek jî di keştiyan de stranên xwe dibêjin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst