“Ez Komunist Bûm!”

06-10-2018
Senger Zirarî
A+ A-

“Her kesê ne çepger bûya, mîna xayîn dihat hesibandin”

Bedir Şakir Seyyab


Nîveka sedsala borî, Partiya Komunist a Iraqê di qada siyasî ya Iraqê de yek ji partiyên herî bibandor bû û kartêkirina wê li ser rewşa jiyana xelkê bi giştî hebû. Wek her partiyeke din, vê partiyê jî bangewaziya hinek nerîn û hêvî û xewnan kir ku gelek çînên civakê û nivîskar û ronakbîran hêviya xwe bi wan girê dan.


Lê hejmareke zêde ya rewşenbîrên wê çaxê, nexasim ên alîgirên sekulerîzmê, piştî demekê rastiya Partiya Komunist û bîr û baweriyên çep û Komunist nas kirin. Yek ji rewşenbîrên Iraqê yên navdar ku pêşî bi coş bû Komunist û ji wê partiyê re kar kir, helbestvanê Iraqê yê bi navûdeng Bedir Şakir Seyyab bû.


Lê paşê dev jê berda û bi riya rêzegotarên “Ez Komunist Bûm” bîranînên wan rojan anî ziman dema Komunist bû û di wan gotaran de ew partî û kirdeyên wê bi tundî rexne kir. Dûre jî ew rêzegotar li jêr eynî navê “Ez Komunist Bûm” wek kitêbekê hat çapkirin û îsal (2018) ev kitêb bi zimanê Kurdî (zarava Soranî) di nav weşanên Çapxaneya Mala Wefayî de li Hewlêrê bi wergera Feysel Xelîl derket.


Helbet dema her kesek dibe endamê her partî û komekê, bi bîr û xeyalên xwe armanca wî xizmeta gel û welat û mirovatiyê ye. Lê di dawî de encam çawa dibe! Ev tiştekî din e. Seyyab jî di kitêba xwe de diyar dike ku Komunistbûna wî ji bo xizmet û hezkirinê bû: “Ez bûme Komunist çimkî ez ji gelê xwe hez dikim, ez ji cînar û nasên xwe hez dikim. Min wiha bawer dikir ku Komunîzm çareseriya herî çê ye. Tew min Komunîzm wek çareseriya tikûtenê ji pirsgirêkên me û pirsgirêka gelê me re didît, wek çareseriya pirsgirêka dostekî min yê cotkar li gundekî dûr, ji bo çareserkirina pirsgirêka rewşnebîran û bi milyonan mirovên pak û ne pak…R 21.”


Helbet kesên dibûn Komunist, yan ji wê partiyê hez dikirin, bawer dikirin ku eger ev partî bibe desthilatdar, ew dê ji zulm û zordariyê rizgar bibin, lê dema van xewn û xeyalan di wê partiyê de nabînin, wê bi tundî rexne dikin û wan çewtî û kêmasiyan derdixin ku di partiyê de dîtine.


Diyar e ne tenê Bedir Şakir Seyyab wê partiyê bi tundî rexne dike, lê gelek rewşenbîr û kesayetiyên Iraqê yên din jî Partiya Komunist a Iraqê rexne kirin. Herwiha Partiya Komunist a Iraqê ji aliyê Kurdan ve jî rastî rexneyên tund hat. Wek mînak yek ji kesayetiyên navdar ên ku Partiya Komunist a Iraqê bi tundî rexne dike, Hejar Mukiryanî ye (1921-1991).


Hejar Mukiryanî dibêje: “Partiya Komunist li her welatekî – bila çar kes jî bin – ji bo hukmdariyê xwe ji her komeke din hêjatir dibînin, nemaze li Iraqê ku Kurdên neteweyî jî çi kesê fêrî du gotinan bûbû, bi ser çanda Komunistî ve bûbû û her kesê ne çepger bûya, mîna xayîn dihat hesibandin…(Çêştî Micêwir…R 254)”


Hejar çend mînakên hûr derbarê wan karên xirab tîne ku Komunistan dikirin û navê gelek kesayetiyan jî bê perde tîne, bi taybetî jî Komunistên Kurd pir rexne dike û dibêje: “Komunistê rasteqîn li dijî milet e, lê ku li Rûsyayê ziman û kevneşopiyên gelên cuda cuda parastî ne  û piraniya wan bi zahirî jî be komar û otonomiyên wan ên taybet hene, baweriya Komunistên Iraqê bi vê jî nebû.(Çêştî Micêwir.R 254)”


Di vê mijarê de, ez naxwazim behsa kar û kirdeyên Partiya Komunist an her kesekî diyarkirî bikim, tew ez bi temamî xwe ji helwestên siyasî dûr digirim û ne alîgirê ti yekê ji wan baweriyan im jî ku bi başî yan bi xirabî behsa partiyan dikin. Ez vê wek helwesta kesan bi xwe werdigirim û îşê min bi wî aliyê siyasî nîne.


Tiştê dixwazim qal bikim, ew bandora zeq a îdeolojiya ye ku li ser metinê û bi taybetî jî li ser helbestê heye û wê dorpêç dike û wiha lê dike bi temamî ji şiîrîbûnê dûr bikeve. Ji bo vê jî Bedir Şakir Seyyab wek mînakeke diyar a vê mijarê werdigirim û pişta xwe bi mikurhatinên wî û bîranînên wî yên serdema Komunistbûna wî girêdidim.


Bedir Şakir Seyyab heta niha jî û piştî derbasbûna bêtirî nîv sedsalê di ser wefata wî, di nûkirina şiîra Erebî de wek helbestvanekî pêşeng û piyoner tê hejmartin û wek damezrênerê rasteqîn ê helbesta Erebî ya nû tê hesibandin. Bi baweriya rexnegirên Ereb, Seyyab wek helbestvan nûbûn û dewlemendiyeke berçav li helbesta Erebî zêde kir.


Lê di xwendina mikurhatinên Seyyab de, diyar dibe ku pêşî çiqasî di bin bandora bîr û bawerî û îdeolojiya partiya xwe de bû û çawa dev ji hest û nestên xwe yên helbestvaniyê berdaye û bi nerîneke îdeolojîk biryar li ser helbestê û helbestvanan daye, “Min helbestên gelek helbestvanên Komunist xwendiye, wek: Nazim Hikmet û Neruda û Aragon û Mao Zedong û helbestvanê Sovyet Konstantin Simonov, min dît pir bê wate ne, tevî ku piraniya wan ne hêja ne ji wan re şiîr jî bê gotin, lêbelê wek endamekî partiyê, ez pabend bûm bi berevaniya wan şaîran û bangeşeya ji bo wan, ku qaşo mezintirîn helbestvanên dinyayê ne…R 133.”


Li vir divê em zanibin ku ne merc e ew helbestvanên Komunist ku demekê li gor Seyyab baş bûn û vêga li gor wî xirab in, bi rastî xirab bin. Wek mînak şaîrên wek Nazim Hikmet û Pablo Neruda heta niha jî li ba gelek kesan wek şaîrên pir baş têne hejmartin. Lê balkêş e ku em ji wan gotinên Seyyab fêm dikin ku, wî bi riya hesta şaîrtiyê biryar li ser başî û xirabiya şiîr û şaîran nedaye, lê bi riya pabendbûna wî bi bawerî û îdeolojiyekê biryar li ser wan daye û çê û no li ser wê bingehê cuda kiriye.


Bêguman îdeolojî bandoreke zêde li ser her mirovekî dike û eger mirov bi korîtî pabendî bîr û baweriya xwe bû, ji bilî xwe û kesên ku ser bi heman îdeolojiyê ne, kesî rast nabîne. Bi heman awayî nûser jî dema bi tundî pabendî baweriyên xwe dibin, ev pabendî kar dike ser metinên wan, wek mînak li hev nake şaîrekî selefî, şiîreke modern û nûger binivîse, yan mirov şaîrekî Komunist nabîne kar li ser corek metin bike ku bi îdeolojiya wî re li hev neke.


Bi vî awayî îdeolojî kar li ser naverok û peyama şiîrê dike û wiha li şaîr dike ku nebe cihê razîbûna hemû aliyan û tenê ew kes jê razî bin ku alîgirên wê îdeolojiyê ne, di vê rewşê de jî metin qels û lawaz derdikeve.


Di ezmûnên seretayî yên şirîa Seyyab de, bi taybetî jî her du komele şiîrên wî (Kulîlkên Çilmisî – 1947) û (Efsane – 1950) ku bêtir aliyê romantîk û hestên ronmantîk di wan de tên dîtin, curek ji lawazî û kêmtecrûbeyiyê di wan de diyar e, mumkin e yek ji wan xalên ku bandora wan a xirab li ser vê qonaxa Seyyab hebû, îdeolojî bi xwe be.


Lê dûre û piştî dîwana wî ya şiîrî ya girîng û navdar (Sirûda Baranê: 1951-1960) wek rexnegir dibêjin, hest bi qevzeke mezin di şiîr û felsefeya Seyyab de tê kirin, ne tenê di aliyê hunerî de, lê herwiha di nerînên wî de ji bo wan pirsên ku wî girîngî dida wan, bi taybetî jî ew pirsên ku girêdayî neteweya Ereb in, ev jî her ew qonax e ku Seyyab dev ji Partiya Komunist berdide û bandora îdeolojiya wê li ser wî namîne.


Seyyab bi xwe jî nîşan dide ku şiîrên wî yên destpêkê xirab bûn û ne hêja bûn baş bên dîtin: “Min helbesta sor dinivîsand û ji bo Bexdayê ji hevrêyên xwe yên mezin re post dikir…ew helbestên bêwate yên ku ez niha lomeyan ji xwe dikim ku min nivîsandine, lêbelê sermatiyeke mezin û çepiklêxistin ji bo wan dihat kirin…R 53.”


Seyyab li wê yekê jî mikur tê ku çawa di bin bandora îdeolojî û hizbîbûna xwe de bûye: “Min wek şaîrekî Komunist, ew bûyerên bêwate ku ji ber mangirtina karkeran diqewimîn, hesta şaîrtiya min a komunistî dilivand û min çend helbestên dirêj li ser wan dinivîsand…R 53.”


Yan gava hinek metin bi wî xweş bûn û werdigerandin, lê ji ber ku ew şiîrên wergerandî ne yên şaîrên Komunist bûn, berpirs û alîgirên partiya wî li ser vê ew şermezar dikirin, wek ew bi xwe dibêje: “Tenê ji ber vê yekê min ew hilbijartibûn, çimkî helbestên baş in, bêyî ku ez guh bidim ka nasnameya nûserên wan çi ye…R 30.”


Ji ber vê yekê jî wan pişta xwe dan wî û bergiriya wî nekirin “Piştî demekê kitêbeke min belav bû ku çend helbestên bijarte bûn, min ji zimanê Ingilîzî wergerandibûn, ên çend şaîran bûn ji neteweyên cuda cuda û bîr û baweriyên cuda, hinek ji wan Komunist bûn, wek Nazim Hikmet û Pablo Neruda û kesên din, hinek hebûn rastgir bûn wek T. S. Elliot, hinek hebûn sosyalîst bûn wek Steven Spinder, tevî ku polîsên Nûrî Seîd ez girtim, lêbelê Komunist dîsa razî nebûn, ji wê yekê aciz bûn ku min helbestên kesên ne Komunist wergerandine…R 29.”


Dûre Seyyab dema dev ji Partiya Komunist a Iraqê berdide, mikur tê çawa îdolojiya Komunistî wiha kiriye, gelek şaîrên xirab bên mezinkirin yan bi berevajî jî: “Gava kesek wan helbestan dide ber hev ku ji aliyê şaîrên mezin ên ne Komunist ve hatine nivîsandin, ligel wan şiîrên ku ji aliyê rêhevalên Komunist ve hatine nivîsandin, şaş dimîne ku xelkê ji wan hez kiriye û mafê wan nîne navê şaîr jî li xwe bikin…R 53.”


Seyyab diyar dike çawa bi riya bîr û baweriyên siyasî yên teng û îdeolojîk, biryara reha li ser şaîran tê dayîn: “Niha mezintirîn şaîrê hevçax, bê ti rikeber T. S. Elliot e. Lê bi baweriya Komunistan, ew şaîrekî kevneperest e û nûnertiya hêviyên siyasî yên çînên sermayedar dike. Ew ol û felsefeya îdealîzmê temsîl dike. Anku ew bîr û baweriyên kevneperest û çewt in, şiîrên wî jî çewtî ne di nav çewtiyê de, anku ew ne şaîrekî baş e, nexêr ji xwe ne helbestvan e jî…R 163.” Heta digihe ku di cihekî de pir bi tundî dijî wê îdeolojiya Komunîzmê raweste û bêje: “Komunîzm û şiîr dijî hev in. Qe ne mumkin e bêne ba hev…R 158.”


Nabe em ji bîr bikin ku hinek caran pêkan e nûser û ronakbîr jî hizbî bin û ser bi îdeolojiyeke taybet bin. Ev normal e û ti ar an eybiyek têde nîne, lê pirsgirêk ew e ku nûser di metinên xwe de jî xwe bixe nav qalibê îdeolojiya xwe û bi xwe azadiya nivîsên xwe berteng û sînordar bike.

Bedir Şakir Seyyab (1926-1964) li bajarê Besre li başûrê Iraqê ji dayik bûye. Ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyeke Kuwêtê koça dawî kiriye. Şaîrekî diyar ê sedsala bîstan ê cîhana Erebî ye. Wek yek ji damezrêner û pêşengên helbesta azad di edebiyata Erebî de tê hejmartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst