Romaneke Jan Dost a din li Kurdî tê wergerandin

06-06-2019
RÛDAW
Nîşan Nivîskar Romannivîs Kurd Kurdistan Jan Dost
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wergêrê Kurd Sebah Îsmaîl niha mijûlî wergerandina romana 'Destnivîsên Petersburgê' ya nivîskarê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost e. Ev berhem romana pêncem a Jan Dost e ku Sebah Îsmaîl werdigerîne ser şêwezarê Soranî yê zimanê Kurdî.

 

Nivîskar û helbestvanê Kurd Jan Dost sala 1965an li Kobaniyê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Helebê beşê biyolojiyê qedaniye û ji sala 2000 û vir ve li Almanyayê dijî.

 

Jan Dost ku bi herdu zimanên Kurdî û Erebî dinivîse, bi helbestê dest bi karê wêjeyî kir û dîwana xwe ya yekemîn a bi navê 'Keleha Dimdim'ê sala 1991 li Almanyayê û paşê di heman salê de li Stenbolê weşand. Heta niha 10 roman nivîsandine û tevî vê romana nû şeş ji wan bûne Kurdî (şêwezarê Soranî.)

 

Wergêrê romana Jan Dost, Sebah Îsmaîl ji beşa Edeb û Kultûra Rûdawê re ragihand ku ev roman behsa çîroka du kesan dike. Yek ji wan ji Împeratoriya Rûsyayê ye û yê din jî ji Împeratoriya Osmanî ye. Ev herdu mirov di nîveka sedsala 19an de li bajarê Erziromê pêrgî hev dibin.

 

Mirovê Osmanî kesekî Kurd ê dîndar e û navê wî Mela Mehmûdê Bayezîdî ye. Di nav xelkê de li devera Erziromê wek kesekî oldar û zanayekî tê naskirin û têkiliyên wî yên berfireh bi çîna serdest a Osmanî û hinek mîrên Kurd re hene.

 

Kesê din konsulê Rûsyaya Qeyserî li Erziromê Auguste Jaba bi xwe ye. Auguste rojhilatzan e û bi esl polonî ye. Têkiliyan bi Mela Mehmûd re dihûne û li hemberî karkirina pê re di wergerandin û danîna pirtûkan de ji bo Akademiya Împeratorî li Petersburgê, tibabeke baş a pereyan dide melê.

 

Herwiha Sebah Îsmaîl got: “Mela Mehmûd destnivîsa herî girîng dinivîse û dora du salan pê ve mijûl dibe. Destnivîs dabaşa dîroka jibîrbûyî dike. Konsulê Rûs destnivîsê werdigire û piştî xilasbûna karê xwe bi xwe re dibe Izmîrê da ji Akademiya Rûsî re bişîne. Lê di nav hêwirze û tevlihevbûna bûyeran de destnivîs winda dibe. Hemû berhemên Bayezîdî li Pirtûkxana Giştî ya Petersburgê tên dîtin, ji xeynî wê destnivîsa ku roman wê wek destnivîsa Petersburgê bi nav dike.”

 

Sebah herwiha anî ziman û got: “Ev roman hewldanek e ji bo bersivdana vê pirsê: Ka gelo çi bi wê destnivîsê hat? Roman dabaşa jiyana siyasî û rewşenbîrî li herdu împeratoriyan dike. Romannivîs van hemûyan bi zimanê dar, gul, bajar, çem û rûbaran vedibêje.”

 

Sebah Îsmaîl yek ji wergêrên Kurd ên naskirî ye û bi dehan roman û pirtûkên hizrî û lêkolîn ji zimanê Erebî wergerandine zimanê Kurdî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst