Jan Dost romana Kobanî bi Erebî jî belav kir

06-05-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Romannivîs Kurd Kobanî Jan Dost
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Romanivîsê Kurd Jan Dost, romana xwe ya bi navê Kobanî, bi zimanê erebî jî derxist.

 

Jan Dost, di vê romana xwe de behsa karesata Kobanî dike.

 

Herwiha Jan Dost bi dûr û dirêjî behsa avakirina bajarê Kobanî û herwiha behsa eşîretên wê herêma Rojavayê Kurdistanê dike.

 

Di heman romanê de, Dost behsa malbateke Mihacir (koçber) jî dike ku li Bakurê Kurdistanê di serhildana Şêx Seîd de beşdar bûbû û piştre koçberî Kobanî bûbû.

 

Romanivîsê Kurd Jan Dost, bi xwe ew romana bi erebî nivîsandiye û îro li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê, li Komeleya Rengîn ji xwendevanên xwe re romana xwe da nasandin û li ser pirtûkan jî îmze kir.

 

Jan Dost xelkê Kobanî ye û ji sala 2000 ve li Almanya dijî. Jan Dost gelek roman, lêkolîn helbet û şano bi Kurdî û Erebî nivîsandine û gelek berhem jî ji zimanên Kurdî wergerandine ser zimanê Erebî û ji Erebî wergerandine ser Kurdî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst