Di Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de li Kampa Domîzê jî fîlm têne nîşandan

04-12-2022
Huner Reşîd
Di Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de li Kampa Domîzê jî fîlm têne nîşandan
Di Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de li Kampa Domîzê jî fîlm têne nîşandan
Nîşan 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê Kampa Domîzê
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Rêveberiya 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê holek li Kampa Domîzê vekiriye û tevî berdewambûna festivalê, îsal li wir jî têne nîşandan.

Îsal babeta sereke ya festivalê rewşa aware û penaberan e, beşek ji sînemakaran dibêjên ku gelek lîstikvan di nava kampan de hene derfeta wan nîne li derve kar bikin ji ber wê nîşandana fîlman giring e ku bikarin wan lîstikvanan li hev kom bikin.

Di roja duyemîn a 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de li Kampa Domîz a Duhokê têne nîşandan.

Penaber Mihemed Zekî anî ziman, “Fîlm anîne vê derê pêşkeşî penaberan dikin, em gelekî kefxweş bûn, em hêvîdar in her sal bidome ji ber ku êşa wan di van fîlman de heye.”

Penaber Medya Nîhad li ser nîşandan fîlman li Kampan Domîzê got, “Têkiliyeke gelek xurt di navbera festîval û koçberan de heye ji ber ku peyama vê festîvalê koçberî ye.”

Sînemakar Mihemed Şerîf got, “Gelek ji me li Kampa Domîzê wek lîstikvan û fîlmçêker li vir in lê derfeta me tune ku em li derveyî kampê bixebitin.”

Mijara Festîvala Duhokê ya îsal koçberî ye, lewma 6 fîlmên Kurdî yên dirêj dê li Kampa Domîzê têne nîşandan.

Berpirsê Nîşandana Fîlman li Kampa Domîzê Adil Ebdulrehman anî ziman, “Çend sal bûn ku koçberî gelek zêde bû, hemû bi rêyên qaçax di avê da dixeniqîn li ser sînoran dihatine kuştin, bi dehan kes bûne qurbanî. Ev mijar bû dengoyeke cîhanî her kes li ser diaxive. Festîvalê jî wisa biryar da karesata koçberiyê û qurbaniyan bike mijar ji ber wê jî biryar hate dayîn madem koçberî ye beşeke festîvalê di nav penaberan de be.”

Di 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de 98 fîlmên ku 51 biyanî û 47 fîlmên Kurdî dê bên nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst