"Awaza Xweda" li Festîvala Navdewletiya Fîlman a Silêmaniyê tê nîşandan

04-10-2018
RÛDAW
Fîlma bi navê “Awaza Xweda”  çand û kevneşopiya Yarsaniyan nîşan dide
Fîlma bi navê “Awaza Xweda” çand û kevneşopiya Yarsaniyan nîşan dide
Nîşan Awaza Xweda Fîlm Festîval Festîvala Navdewletiya Fîlman a Silêmaniyê
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Derhênerê navdar ê ji Rojhilatê Kurdistanê Arif Mihemed, bi rêya fîlmekî dokumentarî jiyana hunerî ya hunermendê navdar Seyid Qedemyar, ku temenê wî gihîştiye 120 salan vedibêje.

 

 

Belgefîlm ji aliyê derhêner Arif Mihemed ve li Rojhilatê Kurdistanê hatiye kişandin, ku ev belgefîlm çand û kevneşopiya Yarsaniyan nîşan dide, ku heta niha jî dikarin reseniya çanda xwe biparêzin.

 

 

Di vê fîlmê de ji bo muzîk û stranan cihekî mezin hatiye terxankirin. Li gel wê jî bi dehan kesên dengxweş ên wê herêmê stranên xwe yên resen pêşkeş dikin.

 

Amûrên tembûr û defê wek hêmayên wê herêmê tên nasîn û xelkê wir ji yekcarê ve aşiqê van amûran e û bi pîrozî li wan dinêrin.

 

 

Ev belgefîlm demjimêrekê berdewam dike û bi zimanê Farisî û Kurdî hatiye çêkirin. Bi amadebûna derhêner, fîlm li Festîvala Navdewletiya Fîlman a Silêmaniyê tê nîşandan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst