Celadet Bedirxan di ‘Bîra Qederê’ de canê xwe ji dest da

04-08-2017
Besam Mistefa
Mîr Celadet Bedirxan
Mîr Celadet Bedirxan
Nîşan Celadet Bedirxan WÊje Mehmet Uzun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Celadet Bedirxan di hemû warên kultûr û edebiyata kurdî de xwediyê kedeke mezin e. Wî bi her awayî hewil da welatê xwe rizgar bike û zimanê kurdî zindî bike. Lê di dawiya jiyana xwe de neçar ma cenantiyê bike heta di dawî de kete “Bîra Qederê” û canê xwe ji dest da.

 

Celadet Bedirxan di nîveka duyem a jiyana xwe de, piştî hewldanên cuda, xwest bi pênûsa xwe û di warê çand û edebiyatê de welatê xwe û gelê xwe û zimanê xwe rizgar bike, lewma wî kovarên pir hêja wek Hawar û Ronahî weşandin.

 

Lê bi derbasbûna demê re û bi taybetî piştî sala 1949an, rewşa aborî ya Celadet roj bi roj ber bi xirabiyê ve çû û derdora wî vala bû.

 

Di sala 1950î de Mîr Celadet ji bo baştirkirina rewşa xwe ya darayî, bêgav ma pembû li gundê Hecanê yê nêzîkî Şamê biçine û ji bo avdana pembû bîrek kola û bi cenantî û avdana pembû daket.

 

Celadet navê bîra gundê Hecanê kir “Bîra Qederê”, pêşbînî kir ew ê bibe sedema mirina wî û wê çaxê got: "A niha ez di aqilê xwe de dibînim ku ez bûme serseriyekî dinyayê, bê mal û mindal û war."

 

Mixabin pêşdîtina Celadet rast derket û wî di 15ê Tîrmeha sala 1951ê de ji dinyayê bar kir, piştî ku piyên wî şemitîn û di Bîra Qederê de wer bû.

 

Romannivîsê Kurd Mihemed Uzûn jî “Bîra Qederê” kir romaneke 260 rûpelî û bi heman navî di sala 1995an de weşand, ku dikare wek yek ji romanên kurdî yên herî serkeftî bê hesibandin.

 

Bîra Qederê qedera bîr û hizir û mejiyê ku bi kurdî difikire ye. Bîra Qederê ji 16 foto û beşan pêk tê ku piştî mirina Celadet êdî wêne diaxivin.

 

Celadet mirî ji dayika xwe dibe û li ber keviya bîrekê tê danîn. Lê çavên xwe vedike û zindî dibe.

 

Piştre, Celadet li ku be bîr li wir e, hem bîra reş û tarî û hem bîr û fikira ronîdar û çirisandî. Bîr her li pey wî ye û qedera jiyan û mirina wî wêne dike.

 

Uzun, bi riya serlehengê romanê Celadet dixwaze bêje, ku bîr qedera bêyom a bîrmend û dahênerên Kurd e, qedera ronakbîrên Kurd ên rasteqîn e, ku di jiyana xwe de li pariyê nanê xwe diheyirin û ji nişkê ve piyê wan dişemite û di bîreke kûr û tarî û bêbinî de wer dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst