‘Çiyayê Kurmênc ji hunermendan vala dibe’

04-08-2013
A+ A-

Zinar Ala

Efrîn (Rûdaw) - Di Nîsana borî de wênekêşê Efrînî Ednan Horo (1970) yê ji gundê Bêlêlko ligel çend  kesên din ji herêma Kurdaxê salonek li bajarokê Lîskan li nêzîkî Efrînê kirê kirin. Armanca wan projeyeke çandî bi navê Qehwexane û Galeriya Gelawêj bû, ji bo ku bibe navendek ji bo çand û hunera herêma Kurdaxê (Çiyayê Kurmênc). Tevî zehmetiyên jiyanê li Kurdaxê, ji ber ambargoya li ser herêmê, di van çend mehan de qehwexaneyê Gelawêj karîbû gellek çalakiyên hunerî lidarbixe û cemawerekî mezin bikişîne nav van çalakiyan.

Birêvebirê Gelawêjê Ednan ji Rûdawê re behsa dijwariyên xebata qehwexaneyê kir û tekez kir ku ti têkiliya wan bi siyasetê re tine ye, ew tenê dixwazin xizmeta çand û hunerê li Efrînê bikin: “Me rêyeke serbixwe hilbijartiye, ew tenê dikeve warê xizmeta hunerê. Hinek ji xebata me razî ne û hinek din jî ne razî ne lê ev yek ne xema me ye. Pirsgirêkên me tenê aborî ne, xebata aborî ya qehwexaneyê, ango firotina çayê, qehweye, matê (vexwarineke arjantînî), vexwarinên hênik  û nargîle têrê nake ku em lêçûnên lidarxistina çalakiyên hunerî misoger bikin, bo mînak wek lêçûnên ekîba deng, kamera û vîdyo.”

“Piştgiriya devkî têr nake”

Ednan balê dikişîne ser koça gel ji herêmê û dibêje: “Destpêka vekirina qehwexaneyê nêzîkî 600 kesî serdana me dikirin, niha nîvê vê hejmarî berê xwe dan Tirkiyeyê û derên din. Gellek kesan ji derveyî welêt bi rêya facebookê piştgiriya me dikin û hinek dibêjin ku ew dixwazin ji bo vê projeyê ji me re arîkariyê bişînin, lê heya niha me tişt nedît. Di vê rewşa em tê de piştgiriya devkî têr nake ji bo ku em xebata xwe bidomînin. Em naxwazin ti arîkariyê jî ji ti aliyekî siyasî werbigirin, da ku em nekevin bin bandora ti îdeolojiyekê. Ji ber wê jî eger em gihiştin astekê ku em êdî tê de nikarin karê xwe bidomînin, emê wê demê rawestandina xebata xwe bi rêya facebookê ragihînin û lêborîna xwe ji xelkê Efrînê bixwazin”.

Ednan dibêje ku wî û hevalên xwe Ebdo Lîlav û Dilşan Qereçol di roja vekirina qehwexaneyê de ji bo bîranîna helbestvan Hamid Bedirxan pêşangeheke wêneyan lidarxist û piştî wê jî wan çalakiyek li ser folklora herêma Kurdaxê lidarxist û dengbêjê herêmê Bavê Selah jî di wê çalakiyê de li ser stranên herêmê agahî dan û her wisa çend qeyd pêşkêşî mêvanên Gelawêjê kir: “Her wisa di warê şanoyê de çend xebat hatin pêşkêşkirin. Li aliyekî din de jî pêşangehên şêwekar Henîf Hemo û peykerçêker Şoreşvan Îbrahîm jî di qehwexaneyê de hatine lidarxistin û di vê dawiyê de jî hunermend Mustafa Osê bi kemana xwe şevbuhêrek pêşkêşî xelkê Efrînê kir û pêşangeha ku niha heye ya şêwekar Celal Dada ye”.

“Hunermend vî welat ji kê re dihêlin?”

Ednan xemgîniya xwe ji ber koçberbûna hunermendan ji Efrînê anî ziman: “Ji ber dijwariya jiyanê gellek hunermedan pişta xwe dane Efrînê û yê mane jî xwe ji bo koçberbûnê amade dikin. Mirov dikare bêje ku Efrîn ji hunermendan vala dibe. Mafê her kesekî heye ku herê li jiyaneke baştir bigere, lê vî welatî ji kê re dihêlin?“

Di dawiya axaftina xwe de Ednan mixabiniya xwe ji ber piştguhkirina wan ji aliyê televizyonên kurdî ve nîşan dide: “Mixabin heya niha çi televîzyon li Efrînê hene, Ronahî be an jî Rûdaw be, Kurdistan TV, yan jî Kurdsat be, heya niha ti kesî negot ka em binêrin qehwexaneya Gelawêj bi çi karî radibe. Nizanim çima, lê dibe jî ku karê me ne bi dilê wan be.”

Digel dorpêça li ser herêma Kurdaxê û nebûna elektrîkê, Gelawêj karîbû di van çar mehên borî de hinekî ezmanê Efrînê ronî bike û zindîbûneke hunerî bide bajêr. Lê ji bo ku ev ronahî venemirê, pêdiviya wan bi hevkariya hunermendan û arîkariya aborî heye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst