Ayaz Arzen ji bo Şirnexê dibêje

04-01-2017
RÛDAW
Nîşan Ayaz Arzen Stran Albûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê ji Bakûrê Kurdistanê Ayaz Arzen li ser wêranbûna Şirnex û navçeyên din ên Bakûrê Kurdistanê stranekê dibêje, herwiha amadekariya derxistina albûmekê dike.

 

Hunermend Ayaz Arzen derbarê kar û çalakiyên xwe de ji Rûdawê re got; “Weke erkekî nîştîmanî min stranek li ser wêranbîuna Şirnex û bajarên din gotiye. Di wê stranê de ez dibêjim êdî bes e bila wêranî û kawilbûna cîh û warên me nemîne, niha dema aştî û bi hevre jiyanê ye.”

 

Arzen behsa albûma xwe ya nû jî kir û ragihand; “Niha albûmek li ber destê min e. Piraniya karên wê temam bûne.  Di demekê nêzîk de dê amade bibe û bê belavkirin. Stranên albûmê zêdetir evîndarî û sozdarî ne.”

 

Ayaz Arzen di sala 1982ê de li bajarê Wanê ji dayik bûye. Xwediyê albûmeke stranan û bi dehan sîngil û klîban e. Niha li Stenbolê dimîne û di televîzyoneke kurdî de pêşkeşkariya bernemeyekê hunerî dike.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst