Qewîtiya Hemeyê Nêrgiz:Nehêlin Nêrgiz ji mala min qut bibe

03-10-2013
RÛDAW
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) - Hunermend Hemeyê Nêrgiz, berî ku koça dawî bike, di rêya Rûdawê re ev qewîtiya ku li zarokên xwe kiriye eşkere kir "Min doz li wan kir ku Nêrgiz ji mala min qut nebe. Lewma zaroka min a dawî, ku keç bû, min navê Nêrgiz lê kir."

Hemeyê Nêrgiz, şeva 23.09.2013ê li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir. Wek piraniya helbestvan û hunermendên koçkirî yên vî bajarî li goristana Girdî Seywan hate veşartin.

Hemeyê Nêrgiz, navê wî Mihemed Salih Şerîf e. Berî ku koça dawî bike, kenala Rûdaw dokyomêntarek li ser amade kir. Navborî di vê dokyomêntarê de eşkere kir ku paşnava Nêrgiz vedigere bo dayika wî: "Navê dayika min Nêrgiz e. Ji ber ku bavê min nexweş bû. Her dayika min em xwedî kirin. Dayika min serperiştiya me kir. Hingê jî wiha bû ku kesek bavê wî tuneba bi navê dayikê dihate bangkirin."

Hemeyê Nêrgiz gellek şanaziyê bi dayika xwe dike û dibêje "Nêrgiz li cem min her tişt e. Bi hemû cîhanê naguherim. Her bi dilê wê bû jî ku zaroka min a dawî navê wê Nêrgiz bû da ku navê Nêrgiz ji mala me qut nebe. Ku gula nêrgiz jî her dem li mala me dimîne. Min ji zarokên xwe re jî gotiye heta hûn dikarin nehêlin Nêrgiz ji mala we qut bibe."

Bi vegera bîranînê, Hemeyê Nêrgiz wêneya dayika xwe hildigire û bi dîtinê wê re dest bi girî dike. Pişt re wêneya dayika xwe bi sînga xwe vadike.

Helbestvan Goran çi jê re got?

Hemeyê Nêrgiz got wê dema ku xort bû, li çayxaneyan rûdinişt û stiranên hunermendan digotin. Rojekê li çayxaneya Hacî Ezîz mamoste Goran dibîne, ku hingê serokê Komeleya Aştîxwazan bû. Hemê Nêrgiz dibêje "Li çayxaneya Mam Ezîz, heta derengê şevê min distira. Rojekê Mam Ezîz sêniyeke çayê da min û got bibe bo mamoste Goran. Mamoste Goran ji min re got kurê min tu ji çi celebê tilûran hez dikî? Min jî got tûtî. Wî got tûtî tilûrekî xweşik e, lê çavlêkirinê dike. Piştî demekê têgihîştim ku mebesta wî ew bû ku nabe ez çavlêkirina xelkê bikim."

Hemeyê Nêrgiz, ji nêzîkî 5 salan ve, bi sedema nexweşiyê, di nav nivînan de bû. Nexweşiyê derfet nedayê ku stiran xwe ya dawî tomar bike.

Tevî ku ev stiran ji aliyê tîpa Sehend ve hate tomarkirin. Lê ne li stodyoyê hate tomarkirin. Hemeyê Nêrgiz got "Nexweşiyê nehişt ez stirana xwe tomar bikim."

Hêriş Ebdulrehman, mûzîkjenê klarnêtê yê grûpa Sehend a mîzîkî ye, dixwest ku stirana nû ya Hemeyê Nêrgiz tomar bike: "Hemeyê Nêrgiz, di pirsa stiranbêjiyê de, kesekî bê şans bû, çiku ji sala 2007ê ve ev stiran li cem min e û min nikarîbû tomar bikim. Hêvîdar im ku em karibin di paşerojê de tomar bikin û Kake Heme bi xwe jî vê stiranê bêje." Lê mirinê ew derfet neda Hemeyê Nêrgiz.

Hemeyê Nêrgiz bi nexweşiya penceşêrê ket. Berî ku koça dawî bike Rûdaw li nexweşxaneya Hîwa serdana wî kir. Ew pirr dilgiran bû ku xwe li ser qeryoleyê nexweşxaneyê dibîne û digot "Dizanim li odeya sêdarê me, li nexweşxaneyê gellekî bêhêz dibim."

Bi gihîştina bo malê, piştî xwarina wan dermanên ku bo nexweşiyê bikar tanîn, Hemeyê Nêrgiz behsa azara tenahiyê kir "Tiştk heye ewqas tenahiya mirov bibire?"

Kolana Mewlewî ya bajarê Silêmaniyê, kevirê bîranîna Hemeyê Nêrgiz bû. Ji bo xatirê wî Rûdaw wek bîranîna carê çû kolana Mewlewî: "Hemû zarokiya min li ser vê cadeyê bû. Ev avahiya me ya nû ya wî alî, mala Hesen Refet bû, ku wezîrê pîşesaziyê bû di serdema Ebdulkerîm Qasim de."

Hemeyê Nêrgiz vê kolanê wek eynikekê pen dike û dibêje "Ku diçim kolana Mewlewî, hemû xweşikbûna xelkên Silêmaniyê dibînim. Gellek bîranînên min di vê kolanê de hene."

Hemeyê nêrgiz ji pêvî ku hunermendekî mûzîk û stirana kurdî bû, Di şanogeriya Cenabê mufetiş de wek şanokarekî xwedî rol bû: "Me şanogeriya Cenabê mufetiş bir bo Bexdayê ku min tê de rola bazirgan biribû. Min ji mamoste Refîq Çalak re got, min ji mêj ve dengê te nebihîstiye stiranekê ji me re bêje. Got Heme tu xortî tu ji me re bistirê. Min got baş e alîkarî heye stiraneke te bi xwe bêjim, got fermo. Min ev stiran got (Ey çav..) Kak Refîq bi amadebûna tevan got ev stiran taybet bi Hemeyê Nêrgiz e."

Hemeyê Nêrgiz piraniya jiyana xwe ya zarokî û xortanî bi şagirtî bire serî. Weke ju wî bi xwe got şagirtê cildirû, pêlavdirû, çayçî û nanavan. Herwiha karkerê avakirinê jî bû. Yek ji wan stiranên ku gellekî pê hate naskirin stirana "Bo bê lew çawe" bû. Hemeyê Nêrgiz li ser wî cihê ku ev stiran tê de tomar kiribû got "Ev stiran li avahiya Tofîq Qezaz hate tomarkirin." Nîşanê bi rojekê dide ku stirana xwe tê de tomar kir "Têpa Mewlewî rêdan wergirtibû. Lê baregeha wê nebû. me bi xwe ew ode bi betaniyan nixumand û me ew kire stodyo û me stiran tê de tomar kir."


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst