Heval Îbrahîm mizgîniya albûmeke nû da

03-02-2018
RÛDAW
Nîşan Heval Îbrahîm Albûm Stran
A+ A-

Hunermnedê Kurd Heval Îbrahîm niha li paytexata Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê di studoyoke mûzîk de amadekariya albûmeke nû dike.

 

Hunermendê ji bajarê Duhokê Heval Îbrahîm bi stranê xwe li perçeyên din ên Kurdistanê jî xwe daye hezkirin.

 

Heval Îbrahîm da zanîn ku albûma wî ya nû ji 12 stranan pêk tê, beşek berhemên wî bixwe ne beşek jî ji hunermendên cudane. Heval Îbrahîm bersiv da pirsên Rûdawê.

 

Heyamek dirêj e te ti albûm dernexistiye. Sersalê tu bi stranekê derketî pêşberî hezkirên xwe. Em dikarin bibêjin albûmek nû di rê de ye?

 

Er e, rast e ew strana min sersalê gotî taybet bû. Min xwest ez bi stranek nû pêşwaziya sersalê bikim. Niha 12 stranên nû amadene. Ez dixwazim albûm îsal bilav bibe.

 

Em dê îsal guhdarî 12 stranên nû yên Heval Îbrahîm bikin?

 

Ez tam pê nebawerim dê her 12 stran di yek albûmê de bicih bibin. Hûn ji rewşa darayî û giştî ya Kurdistanê dizanîn çawaye. Di pêvajoyek wiha de amadekirina albûmek nû zehmet e. Ez hez dikim û hewl didim wek albûm derbixim, lê eger derfet nebû jî wê demê wek single belav dikim.

 

Te berî niha stranên erebî gotibû. Di albûma nû de stranên ji xeynî Kurdî hene?

Ew ezmûn di raboriyê de ma. Min dixwest stranek Erebî hebe, lê di albûma nû de têne stranên Kurdî hene.

Gelek kes dibêjin nîşana xwe kiriye. Heta ku îdia dikin bi dizî nîşan bûye. Ev rast e, heger nerast be tu dixwazî bizewicî?

Ev agahî nerastin, min nîşan nekiriye. Zewac hinek qismet e. Kes nizane sibê dê çi bibe.

 

Te plan heye ligel stranebêjekî/ê stranekê bêjî?

 

Niha planek min a wiha nîne. Lê di dahatûyê de projeyek wiha hebe çima nebe. Ez diwazim berhem û projeyên ciwan pêşkêşî guhdarvanên xwe bikim.

 

Jiyana te ya rojane çawa derbas dibe?

 

Ez rojane li studyoyê kar dikim. Piraniya dema min bi muzîk û stran derbas dibe. Ez gotinên stran dinivîsim û dikim stran. Carna gitarê lêdixim. Piranî dema min wisa derbas dibe.

 

Tu li studyoyê tenê karê xwe dikî?

 

Na, ligel karê xwe, ez stranên hunermedên din jî tomar dikim. Ez di heman demê de alîkariya wan dikim di warê awaz danîn û nivîsandina gotinan de. Bi dehan hunermend stranên xwe li studyoya me tomar dikin. Ez ji wan re dibim alîkar.

 

Navbera te û werzîşê çawa ye?

 

Ez her roj herî kêm seatek an jî du seatan werzîşê dikim. Hem bo tendirustî û hem bo laşê xwe ez werzîşê dikim. Bê werzîş nikarim bijîm.


Berê te bi navê “Şehîd” stranek gotibû û gelek hatibû ecibandin. Stranên te yên bi vî awayî dê hebin?


Min strana “Şehîd” bo hemû şehîd û pêşmergeyên leheng ji dilê xwe got. Hêvîdarim ew li asta mezinbûna Pêşmerge be. Em her tim deyndarî pêşmergeyên xwe ne. Stranên niştimanî erka hemû hunermedan e û bi min pêwîst e hemû hunermend karên netewî lixwe bigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst