Galeriya wêneyan

02-04-2013
4 Photos
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak

Amed (Rûdaw)  – Ji 19 welatan 19 jinên delal ji bo pêşbaziyê hatin Amedê.  Jinên ku li welatên xwe weke yekemîn hatine hilbijartin dê li Amedê bi kiras û fistan bejn û bala xwe nîşan bidin. Di pêşbaziyê de dê jina herî xweşik dê taca şahciwaniya şaristaniyê bi dest bixe.


Li Amedê “Pêşbaziya Delalên Şaristaniya Cîhanê” tê lidarxistin. Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê jî tê de gelek sazî û dezgehên sivîl piştgirî didin vê pêşbaziyê. Li ser navê Tirkiyeyê dê jina kurd Hazal Acer (26) têbikoşe. Her wiha ji Amedê jî jina xweşik Rahşan Kurt bo pêşbaziyê hate vexwendin. Ji welatên weke Afrîka, Brîtanya, Rûsya, Sirbistan, Kazakistan, Belerus, Gurcistan jî  jinên delal bo pêşbaziyê hatin Amedê. Suha Ozgermî ku di 1948’an de li Amedê dadgerî kiriye jî weke serokê rûmetê yê pêşbaziyê cih digre.


Bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin


Jinên delal ji bo ku amadekariya pêşbaziyê bikin li otelên bajêr bi cih bûn. Delalên cîhanê li Amedê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin. Jinan piştî cil û bergên xwe danîn otelê, rasterast berê xwe dan ber Çemê Dîcleyê û li ser pira dîrokî ya dehderî geriyan. Delaliya jinan û Çemê Dîcleyê di wêneyên hatin kişandin de xemilî. Piştre şahbanû li cafeyên Amedê geriyan û çaya qaçax tam kirin.


Fînala pêşbaziyê dê di 7’ê nîsanê de li Otela Green Park bê lidarxistin. Jina herî delal dê taca “Şahbanûya Şaristaniya Cîhanê” û ya duyemîn jî taca aştiyê bi dest bixe. Her wiha hin delalên din jî dê weke delala çandê, delala Tirkiyeyê û delala Amedê bên hilbijartin.

Li her  derê cîger û kebap didin wan


Yek ji asîstanên pêşbaziyê Naciye Kaya derbarê pêşbaziyê de agahiyên balkêş dan Rûdawê. Kaya, got bi pêşniyara Suha Ozgermî ev pêşbazî tê lidarxistin û wiha axivî: “Navê Amedê tim bi tundiyê derdikeve pêş. Em du roj in li vir in. Heta niha me tu xirabiyek nedît. Li gorî min yên ji derve Amedê nas nakin.” Kaya, destnîşan kir ku delalên cîhanê xwarinên Amedê bi kêfxweşî dixwin û bi ken û henek ev tişt gotin: “Lê li her derê cîger û kebap didin me. Em ditirsin ji ber cîger û kebaban qelew bibin û delaliya xwe ji dest bidin.” Kaya, da zanîn xwarin, cil û bergên Amedê gelek bala wan dikişîne û ew ê di pêşbaziyê de bi kiras û fistan derkevin podyûmê.