Huseyîn Îsot 22 sal e bi amûrên destan sazan çêdike

30-08-2020
RÛDAW
Hosteyê çêkirina sazan û hevjîna xwe, êvaran li mala xwe jî dilê xwe bi awazên saza xwe xweş dikin
Hosteyê çêkirina sazan û hevjîna xwe, êvaran li mala xwe jî dilê xwe bi awazên saza xwe xweş dikin
Nîşan Huseyîn Îsot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Azîkan yê parêzgeha Semsûra Bakurê Kurdistanê, hemwelatiyê bi navê Huseyîn Îsot ê 55 salî, ji zarokatiya xwe ve hezkirê sazê ye û piştre jî ev yek ji xwe re kiriye pîşe, bi kelûpelên li ber destê xwe sazan çêdike.

Huseyîn Îsot bi amûrên destan saza ku ji zaroktiya xwe ve ji bo wî weke behre û aşiq bû durist dike.

Bêderfetiya Huseyîn Îsot a di warê aborî de, hezkirina wî ji sazê re asteng nekir, wî ji bo hezkirin û behreya xwe, ji zaroktiya xwe ve bi derfetên di destê xwe de, saza ku jê hezdike bi destên xwe çêkiriye û ev bûye 20 sal in bi awayekî çalak û hosteyî sazan çêdike.

Hosteyê çêkirina sazan Hûseyîn Îsot dibêje: “Behreya min bo, eleqey min ji sazê re ji zaroktiyê ve hebû,  ji ber ku em ji navenda bajêr dûrbûn û derfeta me ya aborî nebû ku ez sazê bikirim. Lewma min bi xwe hewl da ji daran saz çêkim. Min kûtkên daran kolandin, geh, şikestin, gih xerbû, lê  di dawiyê de ev bo 20 salin bi awayekî çalak sazan çêdikim.”

Îsot ê ku di qata binî ya mala xwe de atoliya xwe avakiriye, dibêje ew bêyî amûrên teknolojiyê bi temamî bi amûrên destan sazan çêdike.

Hosteyê çêkirina sazan herwiha got: “Min li qatê binî yê mala xwe, atolyeke biçûk ya 4 metreyî vekir. Vî karî bi evîndarî dikim. Ti amûrên teknolojiyê bi karnaynim, ji xwe derfeta min a aborî jî destnade ku ez amûran bikirim. Bi temamî bi amûrên destan, bi sazê dikolim û wiha amide dikim.”

Hosteyê çêkirina sazan û evîndarê saz û hûnerê yê ku piranî di mehên zivistanê de sazan çêdike. Ew û xanima xwe şevên xwe yên zivistanê jî, di xaniyê xwe yê bi cûrên sazên bi destê wî xemilî, li ber awazên saza xwe derbazdikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst