Di vê serdema Snapchat, Instagram, TikTok û torên civakî yên din de ku bêtir ji bo dilxweşî û derbaskirina demê tên bikaranîn, dîtina kesên ruhanî û xilwetnişîn ne tenê ber bi kêmbûnê çûye, lê belê di asta nebûnê de ye.
Bêguman qala bandora torên wek Facebook, Twitter û…wan jî ji xwe nayê kirin ku têkilî hem rûkeş û hem aloz kirine û têkilî bi awayekî kirine ku pêwîstî bi nivîsîn û behskirineke taybet heye.
Romana “Jidayikbûna Duyem”* hewldaneke ji bo derxistina mirov ji vê dinyaya hêwirze û realîst a aloz ku di serdema niha de heye, ji bo dinyayeke ruhanî ya wisa ku hest bi neman û jinavçûna vê dinyaya ruhanî tê kirin.
Bêguman pêwîstiya vê jî bi wê yekê heye ku mirov bi pileya yekem xwe ji vê dinyaya rûkeş a niha rizgar bike. Ev jî ne merc e bi devjêberdan û dûrketina ji vê dinyaya dijîtal be, lê belê bi wê yekê dibe ku mamele û reftara xwe ligel vê dinyayê biguhere û bi awayekî din bibîne. Yan bi wateyeke din: Bi wê yekê dibe ku vê dinyaya dijîtal di xizmeta ruhaniyeta xwe de bi kar bîne.
Zanayê Kurd ê mezin Şêx Seîdê Nûrsî (1878-1960), ew kesayetî bû ku piyekî wî di dinyaya ruhaniyet û piyê wî yê din di dinyaya zanist û zanyariyê de bû. Lê di qonaxekê ji qonaxan de, guherîneke mezin di jiyana wî de diqewime, dev ji siyasetê berdide û gotina wî ya navdar tê ser zimên: “Nefret li şeytan û siyasetê”, ew sala 1927an ji bo gundê Barla tê dûrxistin û li wir dest bi xwendin û ponijîna li Qurana pîroz dike û herwisa dest bi nivîsîn û belavkirina peyamên nûr jî dike.
Lewra jiyana Şêx Seîdê Nûrsî diguhere û wek tê gotin Şêx Seîdekî din ji dayik dibe ku ji şêxê kevn cuda ye, lewma jî jiyana Şêxê Nûrsî di hemû jiyannameyên wî de li ser Seîdê kevn û Seîdê nû dabeş dibe.
Heke mirov bixwaze bibe bûnewerekî ruhanî û têkiliyeke arifane bi dinyayê re çêbike, divê di serdemekê ji serdemên jiyana xwe de têkiliyên xwe sererast bike û nabe heman jîn û fikirîna wî ya berê hebe û qala guherîna jiyana xwe jî bike.
“Jidayikbûna Duyem” bibîranîna wê zayîna nû ya mirov e ku bi ser kesayetiyeke nola Şêxê Nûrsî hat, tevî ku roman ne amaje ye ji bo nimûneya Şêx Seîd û qala wî nake, lê kesayetiya Kak Ehmedê Şêx di romanê de hatiye tewzîfkirin, lê ez wisa dibînim ku ev jidayikbûn bêtir bi jiyana Şêx Seîd re li hev dike.
Bi her hawî roman hêmaya zayîna taze ya mirov e, bi taybetî jî di serdemekê de ku ev jidayikbûn hem zehmet bûye û hem jî daxwaz li ser kêm bûye.
Romanê kar li ser wê yekê kiriye ku mirovê vê serdemê jî, bi hemû pêwendiyên wî yên niha û bi materyalên ku vê serdemê li ber destê wî ne, dikare heman jiyana arifane çêbike û xwe ji pêwendiyên rûkeş dûr bixe.
Ev bi xwendina kitêban pêk nayê: “Kitêb ew jehra pîs in ku mirovan dikin qalonçe û kêzik, wisa mirov diguherin ku îmkana vegera wî tune..r.82.” Herwisa bi nivîsînê jî pêk nayê: “Nivîsîn li ba min bihayê zarokekî jî tune..r.22.” Lê ya ku ji mirov re dibe ezmûn, jiyan bi xwe ye: “Marîfeta rastîn di jiyanê bi xwe de ye, ya di nav kitêban de ye, ne marîfet bi xwe, lê wêneya wê ye…r.24.”
Di vê romanê de, wesiyeteke Kak Ehmedê Şêx ku di tevahiya romanê de wek bavekî ruhî derdikeve heye. Ev wesiyet bûye rêberek ji bo neviyên wî û kesên dixwazin bibin endamên Civata Dîwanê. Civata Dîwanê maleke ruhanî ya xeyalî ya girîmankirî ye.
Kesên mucahedeya nefsê dikin û ji bo ruh û jiyana xwe têkoşînê dikin, digihin asta ku bibin endamên civatê. Kur û keçeke ciwan ên vê serdemê hene (Payan û Gulnav), ku têkoşînê dikin bibin endamên vê civatê û di dawî de ligel kesekî din (Serkewt), digihin wê payeya ruhî û ligel ruhaniyeta Kak Ehmedê Şêx kom dibin û bi nûra wî behremend dibin.
Wesiyeta Kak Ehmedê Şêx di kitêbê de bi şêweyê yek parçe nivîsîn dernakeve, lê hevşêweyê zagonên işqê yên Mewlana di romana “Çil zagonên işqê” ya Elif Şafak de, bi şêweyê qut qutî derdikeve, bi vê jî bûye rêberek ji bo jiyana kesan û pê bi pê ligel du kesayetiyên sereke diçin ku (Payan û Gulnav) in.
Pêşî Payan di festîvaleke ferhengî û edebî de derdikeve ku mijar pêşkêşî pêşbaziya festîvalê kiriye û dibe wergirê xelata festîvalê jî. Dûre ji bo axaftin û çûna nav dinyaya ruhaniyetê, ligel Gulnavê bi rêya Facebookê qise û guftûgo dikin, Facebook wek nimûneyekê ji bo dinyaya dijîtal a niha, ew materyal û beşdariyêm jiyanê ne ku bi rûkeş ji bo kesên ruhanî nabin û di serdema dijîtal a niha de hene.
Lê ev roman dixwaze wê yekê ji me re bêje ku asayî ye Facebooka te hebe û tu jiyaneke manewî jî hilbijêrî, yan tu beşdariya jiyana giştî wek festîvalan bikî û zatekî te yê xilwetnişîn jî hebe.
Tew çêdibe tu herî welatê gawiran jî (gawir bi derbirîna kesên tundrew di dîn de bi kar tînin û bawer dikin ne tenê bo kesên xilwetnişîn, lê bo kesên dîndar ên asayî jî nagunce), lê ev roman ji me re dibêje çêdibe tu herî welatê wan û ev jî dîsa hewldanek bo ruhanîbûnê be.
Eve di serdemekê ji serdeman de, Payan bi mal û zarok diçe derveyî welêt û dixwaze li wir jiyanê bi ser bibe, di demekê de her mijûlî çûna ber bi dinyayeke sofîgerane ye: “Ew ji hundir ve û di dilê xwe de mijûlî tiştekî din bû, demek bû ew di navenda rêya jidayikbûnê û geşta xwe ya manewî de rawestiyabû, hest pê kiribû ji bo ku here pêş û geşe bike, divê bide ser rêyeke nediyar, ew rê jî ew bû, hemû tiştên heta niha bi dest xistibûn, ji pile, bawername, kesayetî û pere û wan hemû tiştên ku beşek ji hebûna derveyî ya Payanî bûn, diviyabû dev ji wan berde, ji bo ku vê pêngavê jî bavêje, tenê rêyek ku hebû ev rê bû: Terkandina welêt…r.285-286.”
Tomeriya romanê, proseyeke ji bo zindîmana dinyaya ruhaniyetê, ew jî ne ku bi şêweyekî xeyalî, lê bi şêweyekî ku heke vîna mirovî hebe, dikare bi heman amûr û materyal û rewşên vêga, pêyê xwe bavêje nav dinyaya ruhanî û wek zatekî arif bide ser rêya jiyana dinyayê, bêyî ku pêwîstiya wî bi dûrketin, goşegirtin û veqetandina ji jiyan û mirovên dorhêla wî hebe.
* Jidayikbûna Duyem (roman) – Pêşrew Ebdulla, Kitêbxaneya Mem û Zîn, Çapxaneya Roksana, Çapa Yekem (2019).
Besam Mistefa ji Soranî veguherandiye Kurmancî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse