Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Firat Uzun, yekem vîdeoklîpa xwe ya bi navê "Hawar Dilo" bo cara yekem bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê belav dike.
Ev berhem ji gotin û awazên Firat Uzun bi xwe ye û Elî Heyder karê muzîkê jê re kiriye.
Klîpa "Hawar Dilo" li çiyayê Gare li Duhokê karê wênegirtinê jê re hatiye kirin û Grûpa Rûpak karê derhênanê jê re kiriye.
Naveroka wê klîpê behsa tenêbûna mirov dike.
Firat Uzun xelkê Bakurê Kurdistanê ye û niha li Başûrê Kurdistanê dijî û çalakiyên hunerî dike û "Hawar Dilo" yekem klîpa wî ye û berê bi vîdeo hejmarek berhemên xwe belav kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse