Vîrusa koronayê li Duhokê bazara pirtûkan germ kir

20-03-2020
Huner Reşîd
Li Duhokê firotina pirtûkan bi online zêde bûye
Li Duhokê firotina pirtûkan bi online zêde bûye
Nîşan Coronavirus Duhok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Duhokê ku tedbîrên li dijî vîrusa koronayê hatine tundkirin, vê yekê wiha kiriye ku piraniya xelkê li malên xwe bimînin û bi vê yekê re jî daxwaza li ser xwendina pirtûkan zêde bûye.

Ji ber qedexeyê, li Duhokê rêjeya xwendina pirtûkan zêde bûye asta firotinê ya pirtûkxaneyan 5 qat zêde bûye

Pirtûkxaneyên li Duhokê dibêjin, karê wan 5 qat zêde bûye û ew rojane nêzîkî 65 postên pirtûkan ji xelkê re dişînin mal.

Welatî jî dibêjin, qedexeya derketina derve ji bo wan bûye derfetek ku hem li nava malbata xwe de zêdetir bimînin û hem jî pirtûkan bixwînin.

Eyûb Ehmed ê 29 salî ku 17 sal e dikana wî ya pirtûkan heye dibêje: “Piştî ev rewş hat, xelkek li mala xwe de dimînin û em jî rojane 60-65 posttên pirtûkan bi dişînin bo malan.”

Şoferên taksiyên veguhestina pirtûkan dikin jî dibêjin karê niha zêde bûye û pêştir wan rojan derdora 15 seferan dikir, lê niha ew zêdeyî 50 seferan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst