Saziya gazê BOTAŞ a Tirkiyê tê firotin

30-09-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê tê îdiakirin ku hikûmet amadekariyan dike, Saziya gazê BOTAŞê bifroşe û ji bo kirînê jî navên Qeter û Îmaratê derbas dibin.

Serokê Koma ÎYÎ Partiyê li Parlamentoya Tirkiyê Lutfu Turkkan, li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ji bo firotina BOTAŞê amadekarî tên kirin.”

Li Tirkiyê piraniya saziyên dewletê di bin navê “taybetkirinê” de hatin firotin. Li gor medya Tirkiyê, “Hikûmetê biryar da, saziya BOTAŞê ku berdewam zerarê dike bifroşe. Ji bo firotina BOTAŞê bi Qeter û Îmaratê re hevdîtinan destpê kiriye.”

BOTAŞ, saziyeke fermî ya aborî ya dewletê ye û sermayeya wê 20 milyar dolar e. Herwiha rêjeya bazirganiya wê salane 2 milyar û 250 milyon dolar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst