Qeyrana aboriyê berê wan da konên çandiniyê

30-01-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kirîza aborî Konên çandiniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber ku li Herêma Kurdistanê qeyrana aborî heye, gel berê xwe dan konên çandiniyê.

 

Berpirsê Rêvebirya Hilberîna li Konên Çandiniyê ya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Kemal Mihemed diyar kir, li Herêma Kurdistanê eleqeya cotkaran bo konên çandiniyê zêde bûye, lê nikarin qasî xwesteka bazara herêmê hilberînin, ji ber vê yekê jî sebze ji derve hawirde dikin bo Kurdistanê.

 

Kemal Mihemed dibêje: “Di navbera mehên Cotmeh û Sibatê de germahiya hewayê dadikeve. Ji ber vê yekê firingî, bacan, xiyar û îsot li nav konên çandiniyê hêşîn nabin û dimirin. Lewra di nav konan de ji bo ku germahiyê zêde bikin, divê germker bên danîn, lê ev jî mesrefa çandinê zêde dike. Me jî ji cotkarên xwe re çandiniyên weke kerewîz, tivir, roqa, îspenax û kelema brokolî pêşniyar kir.”

 

Mihemed diyar dike ku cotkar ewilî giringî nedane pêşniyara wan, lê van 2 salên dawî ji ber qeyrana aborî û daxwaza gel a ji bo sebzeyan, dest pê kirine ku van sebzeyan biçînin.

 

Li gor agahiyên ku wezaretê parve kiriye, di sala 2007an de li Herêma Kurdistanê 224 konên çandiniyê hebûne û ev kon ji aliyê wezaretê ve ji cotkaran re hatiye dayîn.

 

Piştî hate dîtin ku di konên çandiniyê de kar heye, li Herêma Kurdistanê hejmara şîrketên ku di konan de çandiniyê dikin gelek zêde bû. Li gor agahiyên me, sala par li Herêma Kurdistanê hejmara konan nêzîkî 13000 bûne. Ev kon ji sedî 65 li nav sînorên Silêmaniyê ye.

 

“Kêmkirina mûçeyan bandora xwe nîşan da”

 

Serokê Civata Pêşxistina Konên Çandiniyê Mela Dawud jî wiha axivî: “Kêmkirin û dereghiştina mûçeyan, bûn sedema ku gel berî xwe bide konên çandiniyê. Niha di 2 hezar konan de kerewîz, tivir, kelema brokolî, pîvazê şîn û îspenax û silk tên hilberanîn.”

 

Hin cotkar sebzeyên xwe bi ava berşo mezin dikin. Wezareta Tendirustiyê hişyarî da ku divê welatî sebzeyên derve nexwin, lewra ew sebze dê bibin sedema gelek nexweşiyan.

 

Cotkarê bi navê Şêrko Luqman li gundê Alayî yê Silêmaniyê dijî û di nav 65 konan de sebze diçîne.

 

Şêrko Luqman dibêje: “Di nav konan de çandina sebzeyan gelek serkeftî ye. Hilberîna sebzeyan jî zêde ye.” Herwiha dibêje, di nav konên xwe de tivir, kelema brokolî, bexdenûs diçîne û rojê 7 hezar baqên hêşînayiyê dişîne.

 

Ji ber ku cotkarên Silêmanî berî xwe dane çandina di konan de, îsal sebzeyên xwe şandine bazarên Hewlêr, Duhok û deverên din.

 

Herwiha Şêrko Luqman dibêje ku, salên berê xwediyên konan li zivistanê konên xwe didan kirê, lê niha ji bo kirêkirinê kon nabîn.

 

15 konên Luqman hene û 50 kon jî kirê kirine. Ji bo her konekî 250 hezar dînar (nêzî 200 dolar) kirê dide.

 

Vê zivistanê li Hewlêrê di nav 500 konan de sebze tên hilberandin, lê ji ber zêdebûna penaberan, sebze têr nakin.

 

Ji bo ku daxwaza gel bê temînkirin, ji derveyî Hewlêr û Silêmaniyê, ji Necef a Iraqê her roj 35 hezar baqên hêşînahiyê tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst