Wezîrê Enerjiya Tirkiyeyê, Yildiz: 12emîn tankera nefta Kurdistanê hat barkirin

29-08-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) – Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz ragihand, 12emîn tankera nefta Herêma Kurdistan hatiye barkirin.Yildiz her wiha eşkere kir, heta niha 8.8 milyon bermîl petrola Herêma Kurdistanê derbasî bazarên cîhanê bûye.

Taner Yildiz, piştî ku bi Wezîrê Gihandinê yêVenzûelayêHaiman El Torudî re hevdîtin pêk anî, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Yildiz li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê got, heta niha 8.8 milyon bermîl petrol ji Herêma Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê bûye û da zanîn, 12emîn tanker jî hatiye barkirin.

Wezîrê Enerjiya Tirkiyeyê eşkere kir ku rojane 180-190 hezar bermîl petrol bi rêya boriya Kerkûk-Yûmûrtalikê re derbasî Tirkiyeyê dibe lê bi hinek guhertinan ev rêje dê bibe 200-220 hezar bermîlan.

Taner Yildiz her wiha diyar kir, niha di imbaran de jî 300-350 hezar bermîl petrol heye û ev jî ji bo hinatina hatiye amadekirin.

 

11emîn tankera ku nefta Herêma Kurdistanê bar kiribû, duh ji bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ber bi bazarên cîhanê ve ketibû rê.

  

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji meha Gulana îsal ve dest bi şandina petrolê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst