Li Amedê bazara otomobîlên destê duyem lawaz e

27-11-2017
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Amed Bazar Destê Duyem Otomobîl
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bazara otomobîlên destê duyem a Amedê îsal beriya sersalê  lawaz e. Her sal beriya sersalê bazar û piyaseya erebe û otomobîlên destên duyem geş dibû, lê îsal ew geşbûna salên berê tune ye.

 

Li Bakur û Tirkiyê bi zêdebûna bacên wesayît û otomobîlan re jixwe kirrîna wesayîtan kêm bûye. Lê bi berzbûna buhayê benzîn û mazotê re ku niha gihêştiye 5.78 lîreyî (1.47 $).

 

Dewlet otomobîlek ku bi 45 hezar lîreyî dikirre bi qasî 45 hezarî bacan dixe ser û wisa dixe bazara navxweyî. Çima îsal beriya sersalê bazara otomobîlên destê duyan geş nebûye? Bersiva vê pirsê kirryar û firoşkaran dane.

 

Li Amedê Bazara Erebe û Otomobîlên Destên Duyan qelebalix be jî kirrîn û firotin kêm û degme ye. Hemît Çetîn ê ku 27 salan karmendî kiriye û 57 hezar lîre pereyê xanenişîniyê wergirtiye. Ew niha dixwaze bi vî pereyî ji xwe re otomobîlek nû bikirre, lê otomobîleke baş nayê kirrîn.

 

Hemît Çetîn ji Rûdawê re wiha got: “Min pêr otomobîla xwe firot bi 42,5 hezar lîreyî niha ez îro bi 46a wê otomobîlê nabînim. Firoşkar nadin. Herî kêm 4-5 hezar lîreyî kara xwe dixwazin. Di hundirê van mehek-du mehan de rayîş û bazara otomobîlan pir rabû.”

 

Buhabûn û berzbûna nirxê mazot, benzîn, dolar û bi taybetî Baca Xerca Taybet (OTV) bazar û bazara erebeyan tevizandî.

 

Serokê  Galerî û Firoşgeha Erebeyan Oto Centerê Mehmet Donmez jî got: “Her sal beriya sersalê otomobîl xweştir dihatin firotin, lê îsal tiştek wiha tune ye. Di piyasê de pere tune ye. Berzbûna Baca Xerca Taybet dîsa ket rojevê. Tê payîn ku di sersala nû de dîsa zam were ser bacê û OTVê .”

 

Salên berê beriya sersalê kirrîn û firotina erebeyên destê duyem geş dibû, lê îsal kiz û lewaz bûye. Ji ber ku li gor kirryaran nirx û buhayê wesayît û otomobîlan kêm dibe. Li gor firoşkaran jî piştî sersalê otomobîl buhatir dibin.

 

Firoşkara bi navê Mehmet Sîncar jî anî ziman: “Dibêjin ku ´piştî sersalê dê otomobîl erzan bibin´. Lê tiştek wiha tune ye. Piştî sersalê dema ku modelên nû ket bazarê buhayê otomobîlan jî zêde dibe. Milet an şaş pê hesiyaye yan jî gotegot in. Erzanbûn çênabe. Piştî sersalê buhayê hemû wesayîtan berz û bilind dibe. Ji bela ku modelên nû derdikevin û pêre kompanî buhayên nû derdixin; buha û nirxê wesayît û otomobîlên destê duyem jixwe yekser bilind dibe.”

 

Gilî û gazindên kirryaran jî û firoşkaran jî ji bacên zêde û giranbûna buhayê benzînê ye. Ku niha lîtreya benzînê gihêştiya 5,78 lîreyî.

 

Kirryarê bi navê Mustafa Akyuz jî got: “Di mehê de sê caran nirxê benzînê berz dibe. Dema ku di mehê de sê caran buhayê sûtemeniya wesayîtan zêde bibe, hingê miletê feqîr dê çi bike.”

 

Kirryar Mehmet Unlu diyar kir ku dolarek gihêştiye 4 lîre tirkî û wiha axivî: “Em nikarin otomobîlan bikirrin. Ji ber ku dema nirxê dolar bûbe 4 lîre tê wê wateyê ku her tişt giran bûye. Em nedikarin otomobîl bikirrin ne jî dikarin tiştek din bikirrin.”

 

Firoşkar Yakup Erbaba jî anî ziman: “Milet ditirse otomobîlan bikirrin. Mirovek heta diçe bi pênc û nîvan mazotê dikirre, bi lîre û nîvê li wesayîtên rêwiyan siwar bibe baştir e.”

 

Otomobîlên Tirkiyê hemû hawirdekirî ne. Li Tirkiyê herî kêm bi qasî buhayê otomobîla hawirdekir  dewlet bacê diavêje ser û wisa dixe bazarê. Baca otomobîlên luks jî hîn zêdetir e. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst