Genel Enerjî: Projeya hêla nefta Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê temam bû

27-10-2013
RÛDAW
Nîşan Boriya petolê
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şîrketa Genel Enerjî Tonî Hayward, ragihand ku karê çêkirina hêla  hinartina nefta Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê bi dawî bû. Hayward herwiha ev proje wek xaleke werçerxane ji bo Herêma Kurdistanê da zanîn.

Tonî Hayward di peywendiyeke telefonî de digel Ajansa Bloomberg de eşkere kir ku hêla 36 înç ya hinartina nefta Herêma Kurdistanê bo Tirkiyî bi dawî hatiye û niha karê bikarxistina wê hêlê dest pê kiriye.

 Navbirî her wiha got ku niha Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 50 Hezar bermîl neft di rêya tankeran re hinardeyî Tirkiyê dike, lê ev hêla nû dikare rojane 300 hezar bermîl neft hinarde bike.

Serokê Kompaniya Genel Enerjî ragihand ku hêla nefta Herêma Kurdistanê dê bi hêla nefta Kerkûk-Cêyhan ve were girêdan û êdî Herêma Kurdistanê dê bi temamî hinardekirina nefa xwe kontrol bike.

Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî, di destpêka vê mehê de ragihandibû ku di dawiya vê mehê de dê hêla hinartina nefta Herêma Kurdistanê bikeve werê cîbicîkirinê.

Li gorî gotinêm Hayward, di meha Nîsana îsal de, Herêma Kurdistanê rêkeftina hinardekirina neft û gazê bo Tirkiyê digel wî welatî de îmzakiribû û kompaniyên niştîmanî yên neftê li Tirkiyê di bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê de di pişkdar in.

Herêma Kurdistanê ji ber çavkaniyên dewlemend ên petrolê xudan aboriyeke bihêz e û 45 milyar bermîl nefta wê ya yedek jî  heye û ev rêjeya han pêdiviyên Amerîka bo heyama heft salan dabîn dike.

Di sala borî de û bi sedema nakokiyên Herêma Kurdistanê  digel Bexdayê li ser dayîna perê kompaniyên neftê, hinartina neftê di rêya hêla Kerkûk-Cêyhan re hatiye rawestandin.

Boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, ji devera Teq Teq li Parêzgeha Dihokê dest pê dike û heta ser sînorê Tirkiyê diçe. Dirêjahiya wê 281 km e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst