Teqîna Hewlêrê bernameya geştyarên biyanî tevlihev kir

27-10-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Rêkar Bradostî  

Hewlêr (Rûdaw)  - Xwediyên hotêlên Hewlêrê rexneyan li plana asayişî dikin, ku piştî teqîna li ber asayişa Hewlêrê rê li ber hatina xelkên biyanî ji bo Kurdistanê hatiye girtin. Lê serokê Desteya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê dibêje ku selametiya Kurdistaniyan girîngtir e ji dahata geştyariyê.

Piştî nîvroya 29.09.2013ê bi çek û seyareyeke bombebarkirî êrişek li dijî asayişa Hewlêrê pêkhat. Di encamê de 7 karmendên asayişê hati kushtin, 72 karmendên din jî ji asayiş, beşa tendirustiyê û bergiriya şaristanî birîndar bûn.

Piştî vê êrişê hêzên asayişê planeke xurt dane ber xwe, bi taybetî li deverên di navbera Herêma Kurdistan û bajarên Iraqê de, ku rojane geştyarên ereb ji wan deriyan têne nav bajarên Herêma Kurdistanê. Ev plan jî bûye sedema kêmbûna hatina geştyarên ereb.

Xwediyên hotêlan ji vê encama neyênî ya êrişa li ber asayişê dilteng in. Ew dibêjin rêgirtina li ber geştyarên navîn û başûrê Iraqê ji bo nav Kurdistanê ne çareserî ye ji bo parastina asayişê.

Xwediyê hotêla Zeytûne li Hewlêrê, Seîd Ibrahî, ji Rûdawê re got: "Çareserî ew e ku xalên pişkinînê firehtir bibin." Li gor gotina Seîd, beriya vê bûyerê her şevê 40-45 kesî li hotêlê xew dikirin. Lê piştî bûyerê hejmara mêvanên wan bi rêjeya ji sedî 50 kêm bûye, bi awayekî ku her şevê tenê 20-25 mêvan li hotêlê dimînin. Lê berpirsên geştûguzariyê vê kêmbûnê normal dibînin, ji be ku li gor wan werzê geştyariyê bêhtir di havîn û buharê de ye.

Li gor amarên geştûguzariya Herêma Kurdistanê, sala borî nêzîkî 2 milyon û 200 hezar geştyaran berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Di 6 mehên yekem ên îsal de jî milyonek û 200 hezar geştyar hatine Herêma kurdistanê. Serokê Desteya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê, Mewlewî Cebar, pêşbînî kir ku hatina geştyaran bi rêjeyeke berçav ber bi daketinê ve herê. Hokara vê yekê jî vegerande xurtkirina xalên kontrolê.

32 hezar cihê razanê

Eger xerciya her geştyarekî li Herêma Kurdistanê 300 Dolar be, par dahata geştyariyê gihişte 665 milyon û 100 hezar Dolarî. Pirraniya vê dahatê jî bo hotêl û xwaringehan bû. Li gor amarên Desteya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê, nêzîkî 259 hotêl, 168 motêl, 54 gundên geştyariyê li Herêma Kurdistanê hene, ku bi tevahî xwedî 32 hezar cihê razanê ne.

Herêma Kurdistanê wek cihekî aram naskirî ye. Ji sala 2007ê ve ev yekem êrişe bi vî awayî, ku li Herêma Kurdistanê pêktê. Di rênimayeke wezareta derve ya Brîtanyayê de ji bo geştyarên ji wî welatî wiha tê gotin: "Em geştyarên xwe han didin ku geştên ji bo Iraqê nekin. Lê Herêma Kurdistanê cihekî aram e."

Kenala BBC ya brîtanî ku behsa teqîna Hewlêrê kiribû, gotina "kêmmînak" bikaranî. Ev jî nîşanek bû ku Herêma Kurdistanê aramtir e ji navçeyên din ên Iraqê.

Vê êrişa ku asayişa giştî ji xwe re kiribû hedef, heta demeke kurt tirs li nav welatî û xelkên biyanî belav kir. Lê çawa ku zû hat, wiha jî ev tirs zû çû jî. Hinek ji wan biyaniyên ku di wê demê de serdana Herêma Kurdistanê kiribûn gotin beriya ku ew bên Herêma Kurdistanê wan nûçeya teqînê bihîstibû, lê wan bernameya geşta xwe têk nedan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst