Hawirdekirina genim û ceh ji Îranê bo Kurdistanê hat qedexekirin

27-05-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Îran Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji niha û heya dawiya werza dirûnê, hawirdekirina ceh û genim ji Îranê bo Iraqê  hate qedexekirin.

 

Serpireştê Gumrika Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê, Mesûd Batêlî ji Rûdawê re ragihand, biryara qedexekirina hawirdekirina ceh û genim ji Îranê bo Herêma Kurdistanê gihiştiye destê wan.

 

Mesûd Batêlî got, biryara qedexekirinê dê heya dawiya werza dirûnê berdewam be.

 

Batêlî bal kişand ser wê yekê ku ji 17 meha Sibata îsal ve û dema ku pênaseya gumrikî di navebra Herêma Kurdistanê û Iraqê hate yekxistin, beşek ji kelûpelên ku ji Îranê tên hawirdekirin bac li ser wan zêde bûye yan jî ew kelûpel hatine qedexekirin.

 

Batêlî herwiha got, ew dê pabendî biryar û rênimayiyên Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê bin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst