Li Kirmaşanê her sal 3 caran kartol tê çandin

27-05-2013
Sasan Kotolî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê çandinî yê parêzgeha Kirmaşanê li rojhilatê Kurdistanê ragihand, salane li Kirmaşanê 3 caran kartol tê çandin.

Li gorî nûçeya ajansa Fars a îranî, rêveberê çandinî yê parêzgeha Kirmaşanê Îsmaîl Perwîzîfer diyar kir ku her sal li parêzgeha Kirmaşanê 3 caran kartol tê çandin.

Perwîzîfer destnîşan kir, di werza zivistanê de li deverên germ ên Kirmaşanê mîna Qesrê Şîrîn û Serpola Zehabê kartol tê çandin û ji bo vê yekê her sal 600 hiktar zevî tê terxankirin.

Rêveberê çandiniya Kirmaşanê her wiha da zanîn, di werza biharê de jî li deverên mîna bajarê Kirmaşan û devera Îslam Abada Rojava kartol tê çandin û li wan deran jî her sal 600 heta 800 hiktar zevî tê terxankirin.

Îsmaîl Perwîzîfer got ku di werza havînê de jî kartol li deverên sar ên parêzgehê tê çandin û li wan deran jî 600 hiktar zevî tê terxankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst