Li bazarên Kurdistanê dolarên ‘sexte yên Îsaraîlê’

27-02-2017
RÛDAW
A+ A-

Soran (Rûdaw) – Piştî ku li bazarên Herêma Kurdistanê dolarên sexte derketin holê, niha li cem pereguher û kesên bi dolarî danûstandinê dikin metirsî çê bûye.

 

Di heyama salekê de li bazarên Herêma Kurdistanê 270 hezar dolarên sexte hatine girtin.

 

Li navçeya Soran a Hewlêrê xwediyê Ofîsa Dowîz a Cihan Tahîr Osman ji Rûdawê re got, hêzên asayişê bi têra xwe hevkariyê ligel kesên bi dowîz bazirganiyê dikin nakine.

 

Tahîr Osman wiha got: “Heta ku Îran ciranê me be, pereyên sexte û madeyên bêhişker dê daxilî Herêma Kurdistanê bibin.”

 

Bazirganê bi navê Muşîr Ehmed jî li ber deriyê dikana xwe maseyek daniyê û pêşwaziya mişteriyên dowîzan dike. Ehmed dibêje, piraniya kesên ku dixwazin pereyên sexte xerc bikin berê xwe didin pereguherên seyar û bi hêsantir pereyê xwe li cem wan hûr dikin.

 

Muşîr Ehmed wiha got: “Min çend caran kesên ku hewldane pereyên sexte hûr bikin dane girtin. Min careke çend kesên ku ligel wan 7 hezar û 500 dolarên sexte hene dan desteserkirin. Herwiha min careke din jî 3 hezar û 900 dolarên sexte dan girtin.”

 

Ehmed diyar kir ku kesên ku pereyên sexte hûr dikin piranî êvarî diçin cem pereguheran û piştî ku pereyên xwe hûr dikin bicih de jî dûrdikevin.

 

Bi gotina pereguheran pereyên sexte piranî ji Îranê daxilî Herêma Kurdistanê dibe, lê hinek caran jî ji Tirkiye jî daxil dibin.

 

Ehmed diyar ku hinek pereyên jê re dibêjin “mayin” van demên dawiyê daxilî bazarên Herêma Kurdistanê bûne û derbarên wan de jî wiha got:

 

“Hinek pereyên sexte hene jê re dibêjin dolarê Îsraîl. Gellek zehmet e mirov bizane ew pere sexte ne. Ji bo diyarkirina wan, divê mekineyên mezin hebe ku bihayê wan jî zêdetirî hezar dolarî ne.”

 

Berpirsê Rêveberiya Polîsên Soran Hawar Erkuşî jî ji Rûdawê re got, wan heta niha 30 kes ji ber pereyên sexte desteser kirine.

 

Erkuşî jî got: “Di nava kesên hatine girtin de fars, ereb û kurd jî hene. Hinek ji wan hatine darizandin û cezakirin.”

 

Herwiha Hawar Erkuşî da zanîn ku par li navçeya Soranê 16 kesên ku hewldane 150 hezar dolarî daxilî bazarê bikin tespît kirine lê ji wan tenê 11 kes hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst