Herêma Kurdistanê 100 milyon dolar bo peymankaran xerc dike

26-10-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Darayî û Aborî Rêbaz Hemlan Peymankar (Belênder)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi xerckirina pereyê belênderan dike û ji heftiya bihê ve xerckirina perey ji bo belênderên Kurdistanê dest pê dike.

 

Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê, Rêbaz Hemlan ji Rûdawê re ragihand: “Heftiya bê dê ni dahata petrolê dest bi dabeşkirina 100 milyon dolar bi ser hemû wan peymankar û belênderan de tê kirin, ku li herêma Kurdistanê kar kirine.”

 

Rêbaz hemlan ji Rûdawê re got: “Bi razîbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan barzanî û ji dahata Neftê dê ew pare bi alîkarî û hevahengiya Wezareta Darayî Aborî û herwiha Wezareta Pilandanînê û Yekîtiya Peyamankaran were dabeşkirin.”

 

Rêbaz hemlan supasiya xweragirî û helwest û karê berdewam ê peymankaran jî kir, ku mil bi milê mûçexuran barê kirîza aborî li Herêma Kurdistanê hilgiritn.

 

Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê herwiha got: “Supas ji bo hemû hevniştimaniyên Kurdistanê û piştrast bin ku rojên zehmet ber bi dawiyê ve diçin.”

 

Ji sala 2014ê ve ku hikûmeta Iraqê bûdceya Herêma Kurdistanê birrî û herwiha piştî êrişa DAIŞê û şerê li dijî wê rêxistinê, Herêma Kurdistanê rastî krîzeke mezin a aborî û darayî hat.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst