Mûsilê bazara keresteyên bînasaziyê li Kurdistanê germ kiriye

26-07-2017
Rawa Ebdula
Nîşan Mûsil Kargeh Hesin Çîmento
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hê jî toz û dûmana şerê Mûsilê bi temamî ne veniştî ye lê nîştecihên Mûsilê û hikûmeta Iraqê dest bi çêkirina avahiyên xwe kirine. Mûsiliyên li kamoan dizivirin malên xwe da ku ji jiyana koçberiyê rizgar bibin. Ji ber vê yekê jî nirxê kelûpel û keresteyên bînasaziyê li Herêma Kurdistanê bilind bûye.

 

Roj bi roj derbarê amarên şerê Mûsilê de hejmarên nû tên belavkirin. Li gorî nirxandina dawîn a rêxistina UNDPê, ji 54 kolanên rojavayê Mûsilê 15 kolan bi temamî bûne kavil. Li gorî pêşbîniyên berî niha yên Neteweyên Yekgirtî (NY), ji bo nûjenkirina rojavayê Mûsilê 400 milyon dolar pêwîst in. Lê niha berpirsên rêxistina NY dibêjin, tenê ji bo xizmetguzariyên sereke pêwîstî bi 700 milyon dolaran heye.

 

Ji bo ji nûve avakirina bajêr, rêya sereke ya dabînkirina keresteyên avahîsaziyê Herêma Kurdistanê ye. Ji ber nêzîkê Mûsilê ye, Hewlêr û Duhok ji bo kirîna van kelûpelan pir guncaw e û veguhestina keresteyan jî erzantir dikeve.

 

Niha li Herêma Kurdistanê 6 kargehên çîmentoyê hene. Ew jî kargehên Mas, Taslûce, Bazyan, Delta, Kar û Gasn in. eger bi temamî kar bikin, berhema wan a salane 16.5 milyon ton çîmentoye. Lê niha karê wan ji ber sedemên cuda rawestiyaye. Niha berhema wan a rojane 35 hezar ton e, ku ji sedî 70yê wê jî ji bo bajarên Iraqê, bi taybetî jî ji bo Mûsilê diçe.

 

Serpereştê Grûba Gelyawe ya ji bo bazirganiya kelûpelên bînasaziyê Şivan Mihemed ji Rûdawê re got: “Rojane nêzîkî 2 hezar ton çîmento û 450 ton şîş ji Herêma Kurdistanê ve hinardeyê Mûsilê tê kirin.”

 

Piraniya şîşa ku ji Kurdistanê diçe Mûsilê, ji aliyê nîştecihên bajêr vet ê kirîn. Beşek jî ji aliyê rêxistinên xêrxwazî ve tê kirîn, ku bi van keresteyan nexweşxane û dihên alîkariya mirovî ava dikin.

 

Şivan Mihemed di wê baweriyê de ye, ku dê bazara çîmento ji ya niha baştir be û dibêje: “Li gorî pêdaçûnên me dê daxwaza li ser kelûpelên avahîsaziyê di payîzê de 2 qat û herwiha dê di bahara sala nû de jî 4 qat zêdetir bibe. Dibe rojane 10 hezar ton şîş here Mûsilê.”

 

Nirx bilind bûne

 

Ji bilî çîmento û şîş, prîket an ku blok, xîz û lim jî ji Hewlêrê ve hinardeyê Mûsilê dibe. Ji ber vê yekê jî nirxên wan bilind bûne.

 

Xwedanê kargeha blok a Hacî Mûhsin, Şaxewan Mûhsin li ser vê yekê got: “Niha blok û lim ji kargehên Kelekê diçe Mûsilê, lewra nirxên wan bilind bûye. Weke mînak berî metreyek lim 6 hezar dînar bû niha bûye 8 hezar dînar. Berî tonek çîmento 52 dolar bû, niha 55 dolar e.”

 

Herêma Kurdistanê xwediyê 7 kargehên berhemanîna hesin û pola ye û ew jî ev in: “Erbîl Stîl, GK Stîl, FNF Stîl li Hewlêrê, Stî Stîl, Mas, Pordîl li Silêmaniyê û Kargeha hesin a Duhokê. Niha du kargeh kar nakin û bi giştî berhemawan a rojane nêzîkî 3 hezar û 500 ton e.

 

Rêveberê Kargeha Mas a Hesin Nesreddîn Qadir Mihemed ji Rûdawê re got: “Di destpêka vê mehê de liv ketiye firotina şîşan. Em rojane hezar û 200 ton şîş berhem tînin. ji sedî 50yê vê tiçe bajarên Iraqê, bi taybetî jî diçe Mûsil û Bexdayê.”

 

Li Kurdistanê şîşên ukraynî û tirkî jî heye. Bi tevê giranbûna nirxên wan, bazaran wan jî germ e.  

 

Rêveberê Giştî yê Geşedana Pîşesazî li Wezareta Bazirganî ya Herêma Kurdistanê Aras Reûf diyar dike: “Hikûmeta Iraqê hê jî dest bi plana avakirina Mûsilê nekiriye. Lê beşek ji xelkê Mûsilê dest bi çêkirina malên xwe kirine. Lewma liv û tevger ketiye bazara kelûpelên bînasaziyê li Kurdistanê. Rojane bi hezaran ton çîmento, şîş, blok, boriyên plastic ji Herêma Kurdistanê diçe Mûsilê.”

 

Kargeh otomobîlên têkçûyî yên Mûsilê dixwazin

 

Kargehên hesin ên Kurdistanê, ji bo madeya xam a hesin, pişta xwe bi otomobîlên têkçûyî û yên ji karketî ve girêdidin.

 

Li Mûsil û navçeyênd erdorê gelek otomobîlên wiha hene. Lê ev otomobîl hê jî negihiştine kargehên Kurdistanê.

 

Nesreddîn Qadir Mihemed dide xuyakirin: “Piraniya kargehên hesin pişta xwe bi otomobîlên kevin ve girêdidin. Otomobîlên ji karketî ji Bexdayê ve ji me re tê. Em niha ji ber tirsa teqemeniyan otomobîlên kevin ên Mûsilê nakirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst