Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina nêrîna Herêma Kurdistanê li ser pişka Herêma Kurdistanê di budceya 2019an a Iraqê de dicive.
Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ê Herêma Kurdistanê Mihemed Hacî Salih ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Sibe yekşemê (27-01-2019) Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive. Mijara sereke ya civînê, gotûbêjkirina li ser pişka Herêma Kurdistanê di budceya 2019an a Iraqê de ye.”
Mihemed Hacî Salih eşkere kir ku li ser pişka Herêma Kurdistanê di budceya sala 2019an a Iraqê de Wezareta Darayî raportek amade kiriye û ew jî dê li ser vê mijarê gotûbêj bikin.
Parlementoya Iraqê dawiya hefteya derbasbûyî yasaya budceya 2019an a Iraqê pesend kir.
Li gor yasaya budceyê, eger Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol radestî kompaniya Somo bike, hikûmeta Iraqê jî dê di sala 2019an de 10 trîlyon û 800 milyar bide Herêma Kurdistanê, eger berevajî wê be, dê tenê mûçeyên Pêşmerge û fermanberan bişîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse