Petrola Kerkûkê gehişte Bendera Ceyhan

24-11-2018
RÛDAW
Nîşan SOMO Kerkûk Petrol Tirkiye Ceyhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya SOMO bo bazarkirina petrola Iraqê ragihand ku beşa yekem a petrola Kerkûkê ku 600 hezar bermîl bû gehiştiye destê wan û li Bendera Ceyhan a Tirkiyê hatiye embarkirin.

 

Ev petrol di hundirê du rojan de hatiye hinardekirin û rasterast bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê -Tirkiyê hatiye veguhestin.


Di saetekê de borî bi giştî dikare 17 hezar û 500 bermîl petrol veguhêze.


Şirketa Neftê ya Neteweyî ya Iraqê (SOMO) dixwaze heftane 600 hezar bermîl petrol bigihe destê wê û petrola xav veguhêze rafîneriyên Tupraşê yên Tirkiyê.


Hevdem SOMO, îsal heta niha petrola Kerkûkê nefirotiye, lê danûstandinê dike daku bo yek salê wate 2019 li ser firotina petrolê rêkeftinê bike.


Tê çaverêkirin ku hefteya bê SOMO daxuyaniyeke din li ser vê mijarê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst