Ji ber mûşekên Rûsya, 600 hezar dolar ziyan li Balafirxaneya Hewlêrê ket!

24-11-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Ji tirsa mûşekên Rûsyayê, geştên asmanî yên Herêma Kurdistanê hatin sekinandin. Rêvebera Balafirxaneya Hewlêrê jî dibêje, ji ber wê yekê 600 hezar dolar ziyan gihîştiye me.

Li ser daxwaza hikûmeta Iraqê û bi hêceta ku mûşekên Rûsyayê dê bi asmanê Kurdistanê re derbas bibin, geşt û seferên asmanî yên Herêma Kurdistanê ji duh saet 8ê sibê ve hatine sekinandin. Ev rewş dê 48 saetan bidome.

Derheqê ziyanên sekinandina geştên asmanî, rêvebera Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayeq ji Rûdawê re got, em rojane 320-325 hezar dolar ji geştên asmanî bi dest dixin lê ji ber sekinandina geştên asmanî dê derdora 600 hezar  dolar ziyan li me bikeve.

Telar Fayeq anî ziman ku di heyama van du rojan de 100 balafir dê geşta xwe bo Hewlêrê bidin sekinandin.

Rêvebera Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand ku di dema sekinandina geştên asmanî de Bexda ti carî bi wan re neşêwiriye û got, ji bo vê carê jî, eger qesta wan parastina canê rêwiyan be, tiştekî normal e.

Telar Fayeq her wiha rexne li rayedarên Bexdayê kir ku ti hemahengiyekê bi balafirxaneyên Kurdistanê re nakin û got, ez çend caran ji bo vê yekê çûme Bexdayê lê ew qet naxwazin bi me re kar bikin ji ber wê jî divê em bi xwe karê xwe bikin û çareyekê ji halê xwe re bibînin.

Derheqê qerebûkirina ziyan û xisaretên ku ji ber sekinandina geştên asmanî digihîje Herêma Kurdistanê jî Fayeq got, Bexda di vî warî de ti carî alîkariye me nekiriye.

Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewêrê eşkere kir ku di warê asmanî û geştan de fermanê ji Bexdayê werdigirin lê di karûbarîn îdarî de guh nadin Bexdayê û got, çimkî qanûnên geştên asmanî yên Iraqê kevin in, eger em bi wan qanûnan kar bikim em ti carî pêş nakevin.

Rûsya ragihandibû, dê di van çend rojan de ji deryaya Xezerê re bi mûşekên dûrhavêj li çeperên DAIŞê yên li nav axa Sûriyê bide. Beriya niha jî Rûsya heman kar kiribû û çend mûşek bi ser Kurdistanê re derbas bibûn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst