Li Tirkiyê kompanya û esnafên biçûk roj bi roj îflas dikin

24-05-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Coronavirus Tirkiye Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kompanya û esnafên biçûk xwe li ber bahora koronayê nagrin. Meha Nîsanê damezrandina kompanyayên şexsî li gor sala derbasbûyî ji sedî 51 kêm bûye, rêjeya yên hatine girtin jî ji sedî 31 zêde bûye.

Yekîtiya Ode û Borsayan a Tirkiyê (TOBB) amarên damezrandin û girtina kompanyayan di meha Nîsanê de belav kirin.

Li gor amaran, di meha Nîsana sala borî de ku 6 hezar û 789 kompanya hatibûn damezrandin, di Nîsana îsal de daketiye 2 hezar û 878a. Kêmbûna di salekê wek ji sedî 57 hatiye tomarkirin.

Li gor raporta Yekîtiya Ode û Borsayan a Tirkiyê, di mijara vekirin û girtinê de kompanyayên biçûk ên şexsan xwe li ber bahora koronayê negirtine. Di Nîsana sala borî de 1828 kompanyayên şexsî hatibûn vekirin û 1265 jî hatibûn girtin.

Lê îsal berevajiya wê çêbûye. Di meha Nîsana îsal de ku 888 kompanyayên şexsî hatine vekirin, 1663 kompanya hatine girtin. Di heman deman de damezrandina kompanyayên şexsî li gor sala derbasbûyî ji sedî 51 kêm bûye, rêjeya yên hatine girtin jî ji sedî 31 zêde bûye.

Li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera mehên Çile û Nîsanê de 31 hezar û 181 kompanya hatine vekirin û 4 hezar û 405 kompanya jî hatine girtin, an îflas kirine. Herî zêde jî kompanyayên sektora xizmetguzariyê hatine girtin ku Coronayê bandoreke zêde li wê sektorê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst