MÊRDÎN – Gundiyên Bektaşê bangewaziya çandina darên fistiqan dikin

23-08-2017
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Gundê Bektaşê bi çandina darên fistiqan tê nasîn
Gundê Bektaşê bi çandina darên fistiqan tê nasîn
Nîşan Mêrdîn fistiq çandin berhem gundê Bektaşê
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Gundê Bektaş ê ser bi navçeya Qoserê ya bajarê Mêrdînê bi çandina darên fistiqan tê nasîn. Hemû gundiyên Mêrdînê genim, ceh û garis diajon lê ew darên fistiqan diçînin. Gundiyên Bektaşê bang li hemû Mêrdîniyan dikin ku di şûna ceh û garisan de fistiqan biçînin. Lewre dahata 100 donum fistiqan ji dahata hezar donim ceh û garis qat bi qat baştir e.

 

Gundê Bektaşê bi helberîna xwe bala hemû gundên derdorê dikişîne ser xwe. Li piraniya gundên derdorê ceh, garis û genim têne çandin, lê li gundê Bektaşê heta niha li ser 2 hezar û 500 donim erd, 30 hezar darên fistiqan hatine çandin.

 

Welatiyê bi navê Mihemed Ali Yigit beriya 25 salan 300 donim erdê xwe kiriye fistiq. Piştî deh salan ku darên fistiqan mezin bûne û bereke baş jê girtiye, îcar gav bi gav li hemû zeviyên xwe bi hezaran darên fistiqan çandiye. Ew dibêje fistiq hem ji genim hêsantir tê çandin û hem jî dahata wê deh qatê genim û ceh e.

 

Mihemed Ali Yigit ji Rûdawê re ragihand: “Me 25 sal berê darên fistiqan çand. Me niha jî derdora 700 donim îsal çandiye. Dahata wan rind e. Mesref tune ye. Em cot dikin, dermana wan heye, dahata wan rind e.”

 

Mihemed Yigit jî çav daye apê xwe û wî nû dest bi çandina darên fistiqan kiriye. Ew dibêje salê 2 caran jî fistiqan av bidî têr dike. Lêçûn kêm e lê dahat zêde ye.

 

Herwiha Mihemed Yigit jî diyar kir: “Min îsal jî çand. Dahateke baş tê de heye. Hemû gundiyên me fistiqan diçînin. Dahata wê ji genim, ceh û garis gelek gelek baştir e. Kî dahata wê dibîne careke din genim û garis naçîne.”

 

Hemû gundiyên Bektaşê xizmên hev in. Hemû li per rêça hev çûne û Bektaş êdî bûye gundê fistiqan. Li gundên derdorê jî êdî xelk çav dide gundê Bektaşê û darên fistiqan diçînin. Bektaşî ji pêşengiya fistiqan gelek kêfxweş in.

 

Gundiyên Bektaşê li gund hem darên fistiqên Dîlokê û hem jî yên Sêrtê diçînin. Herdu cûre fistiq jî li ser vê axê şîn dibin. Ew bang li hemû Mêrdîniyan dikin ku Mêrdîn bikin bajarê fistiqan û dibêjin her dareke wan zêrê zer e û kî fistiqan biçîne ew ê qezenc bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst