Beşek ji dikandar û kargêrên Sûrê top avêtine

23-01-2017
SERKAN İNCE
Amed
Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Piştî şer û pevçûnan ji 11 hezar dikandar û kargêrên Sûra Amedê beşek jê top avêtine û îflas kirine, hinek jê jî li ber îflasê ne.

 

Dewletê heta niha ji çaran yekê zererên dikandar û kargêrên Sûrê dane. Ji ber qedexeyên li Sûrê berdewam dike heta niha jî bazara qedîm a Sûrê geş û zindî nebûye. Dikan û kargehên ku pêştir mirov lê xalî nedîbûn, niha bi qeyrana aborî û girtinê re rûbirû ne.

 

Bi hezaran dikandar û kargêrên Sûr a Amedê di nav qeyrana aborî de dinalin. Bi piraniya dikan û kargehên Sûrê ji ber şer û pevçûnan wêran bûne, yên ku li ser piyan mane jî ji ber nebûna muşteriyan li ber daxistinê ne.

 

Yek ji wan dikandaran jî Nûnerê Dikandarên Sûrê ye ku li hemberê qeyrana aborî têdikoşe û hewl dide xwaringeha xwe ji îflasê rizgar bike.

 

Nûnerê Kargêr û Dikandarên Sûr a Amedê Suleyman Eliş ji Rûdawê re wiha got: "Bi qasî 6 mehan kargeha min girtîbû. Bi qasî 6 mehan jî kar tunebû me kar nekir. Li Sûr a Amedê dukandar û kargêrên tomarkirî 3 hezar 500 e. Tevî yên ne tomarkirî li Sûrê 11 hezar dikandar û kargêr hene. Jixwe kargehên hezar dikandarî ji binî ve wêran bûn. Hinek ji wan dikan û kargehên wan hatin gırtin, hinek ji wan ji vir bar kirin."

 

Li Sûrê dukan û kargehên ku xwediyê rewşa herî baş jî bi kêmanî nîvê karkerên xwe ji kar derxistine. Ji ber ku kirrîn û fîrotin ji sedan 70ê daketiye.

 

Dikandar Îbrahîm Yalaz jî got: "Li Amedê beriya şer û bûyeran karê me gellek baş bû. Şer û pevçûnan zerer û ziyaneke mezin li me xist. Dewleta Tirkiyê jî tenê ji çaran yekê zererên me da. Berê li kargeha min 12 karker dixebetîn. Niha tenê 6 karker mane. Yên din ji ber nebûna muşteriyan me ew ji kar derxistin."

 

Heta niha jî li 6 taxên wêranbûyî yên li nav Sûr a Amedê qedexeya derketina derve berdewam dike. Qedexeyên heyî û li cihê qedexe rabûne jî hebûne bergiriyên zêde yên ewlekariyê Sûr a Amedê di çavên xelkê û geştiyaran de dike cihekî bi xof û tirs.

 

Beriya şer û pevçûna Sûr a Amedê navçeya herî qelebalix û şên a bajêr bû. Lê piştî û şer û pevçûnên ku di navbera YPS û dewleta Tirkiyê de qewimîn, ev bazara qedîm hîn zindî nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst