Banka Navendî ya Tirkiyê rêjeya faîzê daxist

22-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê îro biryara xwe da û rêjeya faîzê ji %13an bo %12an daxist.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê îro Pêncşembê 22ê Îlona 2022ê bi serokatiya Şahap Kavcioglu civiya û biryara xwe ya faîzê eşkere kir.

Wek ku aborînasan jî texmîn dikir rêjeya faîzê wek xwe nema û ev jî bû sedem ku nirxê lîreyê Tirkiyê li beramber dolarê Amerikî zêdetir dakeve. Piştî biryara daxistina rêjeya faîzê yek dolarê Amerikî 18.40 lîreyên Tirkî derbas kir ku ev jî rekoreke nû bû.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê her meh dicive û biryara xwe ya faîzê eşkere dike. Lijneya Giştî ya Banka Navendî di çar civînên xwe yên salê de bi giştî 500 puan daxistibû û di heft civînên salê de jî ti guhertin çê nekir û rêjeya faîzê wek ji %14 eşkere kiribû.

Banka Navendî ya Tirkiyê di 21ê Cotmeha 2021an de rêjeya faîzê kêm kiribû û ji %18 daxistibû bo ji %16an û 18ê Mijdarê jî ji %16an daxistibû bo %15an.

Banka Navendî ya Tirkiyê 16ê Kanûna 2021 faîza bankê ji %15 bo %14 kêm kir, di civîna Çileya 2022ê û heta niha bo heft caran li ser hev faîza bankê di rêjeya %14an de daye rawestandin. Lê 18ê Tebaxa îsal rêjeya faîzê ji %14an bo %13an daxistibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst