Davos (Rûdaw) – Karsazê kurd û xwediyê şîrketa çêkirina mast Hamdî Ulukaya, ku wek “Patronê Mast” jî tê nasîn û li Amerîkayê dijî, wek penaberekî serkeftî bû mêvanê civîna aborî ya Davosê.
Civîna aborî ya Davos, ku her sal li bajarê Davosê yê Swîsra tê lidarxistin, duh dest pê kir.
Rêveberê Portala Rûdawê Hêmin Lihonî, ku ji bo şopandina civînê çûye Davosê, ragihand, di yekemîn panêla Davosê de karsazê kurd û xwediyê şîrketa mast a bi navê “Chobani – Çobanî”, Hamdî Ulukaya jî hatibû vexwendin.
Hêmin Lihonî da zanîn ku “Patronê Mast” wek penaberekî serkeftî bibû mêvanê Davosê û di panêlê de behsa serkeftinên xwe û çawaniya çareserkirina kirîza koçber û penaberan kir.
Hat gotin ku di panêlê de ku taybet bû bi kirîza koçber û penaberan, behsa rewşa koçberên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin, nehat kirin tenê behsa koçberên ku li Tirkiye, Ordun û Libnanê dimînin, hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse