Li Tirkiyê bihayê mazotê 1,55 lîre tê zêdekirin

20-07-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bihayê mazotê lîreyek û 55 quruşan tê zêdekirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, sibê 21ê Temûza 2023an bihayê mazotê lîreyek û 55 qurûş zêde dibe.

Hatiye ragihandin, ku ligel bihayê nû li Stenbolê lîtreya mazotê dibe 33 lîre û 87 quruş, li Enqerê 34 lîre û 35 quruş û li Îzmirê jî dibe 34 lîre û 53 quruş.

Lê weke hatiye ragihandin bihayê benzînê nayê guhertin.

Bihayê mazotê ji ber daketina nirxê lîreyê Tirkî û giranbûna bihayê berheman li bazarên navdewletî, li Tirkiyê tê bilindkirin.

Bihayê mazotê roja 14ê Gulanê ku hilbijartinên Tirkiyê hatin kirin 18 lîre û 58 quruş bû. Piştî hilbijartinan, di nav du mehan de bihayê mazotê %82 zêde bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst