Karsazê mêrdînî berhemên xwe dişîne 35 welatan

20-02-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Karsazê xelkê Mêrdînê Seyîd Yûsif Akan, li bajarê Dîlokê kargehek vekiriye û niha ji bo 35 welatan çîkolata, qehwe û kelûpelên vexwarinê hinarde dike.


Karsaz Seyîd Yûsif Akan çikolata, qehwe û toza fekiyên a li kargeha xwe ya Dîlokê hildiberînê ji bo welatên weke Îran, Çîn, Taywan, Cezayîr, Senegal, Herêma Kurdistanê, Iraq û çend welatên din dişîne.


Seyîd Yûsif Akan diyar kir ku wî sala 1978ê dest bi karê bazîrganiyê kiriye û got: “Em kelûpelên li kargeha Dîlokê hildiberînin taybetî ji bo welatên Asya û Efrîkayê hinarde dikin.”


Akan da zanîn ku ew sala 1995an li Dîlokê bicî bûye û wiha domand:


“Di sala 2000ê de ji bo ku em berhemên xwe hilberînin, me dest bi karê çêkirina berheman kir.  Me di serî de li ser qadake 600 metre çargoşeyî û bi 3 makineyan dest bi kar kir, lê niha li ser 5 hezar metre çargoşe kargeha me heye û 30 makineyên me jî kar dikin. Em niha ji sedî 90 berhemên xwe hinarde dikin.


Me giraniya xwe daye bazara navxwe û taybetî jî herêmên rojhilat (mebesta wî Bakurê Kurdistanê ye). Em çikolatayan havînê nafiroşin, çimkî welatên em pê re bazirganiyê dikin piranî havînê zêde germ in. Lewma çikolatayan naxwazin. Ji ber vê sedmê jî em tenê 4-5 mehan çikolatayan çê dikin. Em piranî aromaya fekiyan difiroşin welatên Efrîkayê.”


Karsazê mêrdînî herwiha got, ew hersal beşdarî fuarên navnetewî dibin û dixwazin hejmara welatên ku berhemên xwe hinarde dikin zêde bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst