Netewên Yekbûyî pêşbînî dike aboriya Kurdistanê geşeyê bike

19-01-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Iraq Aborî Netewên Yekbûyî Geşeya Aborî Petrol
A+ A-

New York (Rûdaw) - Rêxistina Netewên Yekbûyî pêşbînî dike ku aboriya Iraqê û Başûrê Kurdistanê di salên dahatî de geşe bike. Berpirsên pilebilind ên Netewên Yekbûyî jî di vê bareyê de ji Rûdawê re diaxivin û sedemên geşbîniya xwe bo baştirbûna geşeya aboriya Iraqê û Başûrê Kurdistanê aşkere dikin.

 

Netewên Yekbûyî di raportekê de ku derbarê geşeya aboriya cîhanê de amade kiriye, amaje bi rêjeya geşeya aboriya cîhanê hatiye kirin û tê gotin, hêj geşeya aboriya cîhanê sist e. Lê belê di heman raportê de, derbarê rewşa aboriya Iraqê û Başûrê Kurdistanê de hatiye gotin, ku di 2 salên pêşerojê de, rewşa Kurdistanê û Iraqê dê baştir be û dê geşbşnek baş bi xwe ve bibînin.

 

Berpirseke ji Neteweyên Yekbûyî ya bi navê Dawn Holland ku nûserê raporta salane ya Netewên Yekbûyî ya derbarê geşeya aboriya cêhanî de ye, dibêje, xwasta cîhanê bo petrolê hêj kêm û bê hêz e. Ewqas xwasta petrolê di cîhanê de nîne ku bibe sedem nirxê petrolê bilind bibe.

 

Dawn Holland got, buhayê petrolê di nav du salan de nikare bibe 100 dolar lê belê ev yek bê îmkan jî nîne.

 

Holland ji Rûdawê re axivî û eşkere kir ku niha li cîhanê xwestina petrolê kêm e û got: “Li cîhanê daxwaza petrolê kêm e, ji ber vê yekê jî buhayê petrolê zêde nabe.”

 

Li ser dahatûya buhayê petrolê jî, berpirsa payebilind a Neteweyên Yekbûyî wiha got: “Di nav du salan de buhayê petrolê nikare bibe 100 dolar lê belê ev yek bê îmkan jî nîne.”

 

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Daîreya Aborî û Karûbarên Civakî yê Neteweyên Yekbûyî Lenni Montiel anî ziman ku li gelemperiya dinyayê geşedanên aboriyê hêdî bûne, ev yek jî ligel armancên heta 2030î qedandina birçîbûnê, dibe astengeke mezin.

 

Bo amadekirina wê raportê, Netewên Yekbûyî zanyariyên ji 193 welatên cîhanê û hemû ank û saziyên aborî yên navdewletî kom kiriye.

 

herwiha sedema sereke ya geşbîniya Netewên Yekbûyî bo geşeya aboriya Iraqê m pêşbîniya zêdebûna nirxê petrolê ye.

 

Zêdebarî sistiya geşeya aboriya cîhanê, pisporên aborî yên Netewên Yekbûyî pêşbînî dikin, kêmkirina rêjeya berhemanîna petrolê ji aliyê OPECê dê pêngaveke serkevtî be ji bo zêdekirina buhayê petrolê, bi awayekê ku buhayê petrolê 60 dolarî derbas bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst