Genel Energy li kêlgeha Pêşxabûrê berhemanîna petrolê zêde dike

17-05-2018
RÛDAW
Nîşan Genel Energy Pêşxabûr Petrol Berhemanîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kompaniya Genel Energy eşkere dike ku li Herêma Kurdistanê nêzîkî armanca xwe ya bilindkirina asta berhemanîna petrolê bûne.

 

Roja pênceşmê 17-05-2018an kompaniya Genel Energy ragihand ku ji armanca bilindkirina berhemanîna petrolê re nêzîk bûne ku li kêlgeha Pêşxabûr destnîşan kirine û bi hev re bi hevbeşiya li gel kompaniya DNO Energy dê pêk bînin.

 

Genel Energy herwiha diyar kiriye ku heta destpêka havîna îsal asta berhemanîna petrolê li kêlgeha Pêşxabûr  heta 30 hezar bermîlan bilind bikin, ku li gor dawiya sala par du qat zêde dibe.

 

Serokê Kompaniya Genel Energy Steven Waitt ragihand ku kolandina 3 bîrên ji wan 6 bîrên ku plana kolandina wan hatiye danîn, bi budceyeke tam berdewam e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst