Li Tirkiyê di sê mehan de 29 hezar û 360 esnafan îflas kirine

17-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ligel kûrbûna krîza aborî, hejmara esnafên ku îflas jî dikin roj bi roj zêde dibe. Li gor Rojnameya Esnaf û Tomarkirinê, li Tirkiyê di sê mehan de 29 hezar û 360 esnafan îflas kirine.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba jî da zanîn ku hejmara esnafên îslas kirine û dikan û kargehên xwe girtine gehiştiye nêzîka 30 hezar kesan û got: “Zêdebûna îflasan, pêşan da ku sererastkirina desthilatê di fatûreyên elektrîkê de kiriye, ji ti pirsgirêkeke esnafan re nebûye çareserî.”

Di demekê de ku desthilata Tirkiyê daxwaza “Sebrê” ji esnafan dike, li gor daneyên Rojnameya Esnaf û Tomarkirinê, hejmara kesên di meha Adara borî de îflas kirine li gor meha Adarê ya çar salên dawî rekor şikandiye.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba eşkere kir ku di sê mehên destpêkê yên 2022ê de 29 hezar û 360 esnafan îflas kirine û got: “Di Sibata 2022ê de ku hejmara esnafên îflas kirine 8 hezar û 987 kes bû meha Adarê gehişte 10 hezar û 226an. Zêdebûna îflasan, pêşan da ku sererastkirina desthilatê di fatûreyên elektrîkê de kiriye, ji ti pirsgirêkeke esnafan re nebûye çareserî. Ligel ên van hersê mehên destpêkê di 15 mehên dawî de hejmara esnafên îflas kirine bo 131 hezar û 110 kesan bilind bûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst