Li Efrînê Odeya Bazirganî hat damezirandin

17-04-2014
HUSÊN OMAR
A+ A-

Efrîn (Rûdaw)- Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê li Efrînê li ser vexwendina Saziya Civaka Sivîl a nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û bi beşdariya hejmarek karsazên wê herêmê, hat damezirandin.

Çavkaniyekê ku nexwest navê xwe aşkere bike, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku konferansa damezirandina odeyê bi xuleyek bêdengiyê destpê kir, lê sirûda neteweyî (Ey reqîb) nehat xwendin.

Çavkaniyê diyar kir ku nêzîkî hezar karasz ji xwedanên kargehên hêrtina zeytûnan, kargehên cilan, kargehênên sabûn û bêrînê ji bal Saziya Civaka Sivîl ve ji bo konferansê hatibûn vexwendin.

Çavkaniyê herwiha aşkere kir ku di konferansê de nûnerên TEV-DEM, Civaka Sivîl, Civaka Demokratîk û Desteya Aborî, Pîşesazî, Bazirganî û Perwerdeyî beşdar bûn.

Li gorî heman çavkaniyê, nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê (El-Wehde) jî amade bû, lê ti gotin pêşkêş nekir.

Di konferansê de, gotinên Saziya Civaka Sivîl û nameya aborî ya rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatin xwendin û pişt re reşnivîsa peyrewa navxwe hat xwendin, gengeşekirin û pejirandin.

Di dawiya konferansê de, desteya rêveber ji 21 kesan hat hilbijartin ku dê di yekemîn civîna wan de endamên desteya cîbicîkar û serokê odeyê ji nav wan bên hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst