Navçeya Taybet a Aborî ya Bane di biharê de tê vekirin

17-02-2019
RÛDAW
Nîşan Bane Rojhilatê Kurdistanê Sine Navçeya Taybet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Sine Behmen Mûradniya ragihand ku Navçeya Taybet a Aborî ya Bane di destpêka biharê de dest bi çalakiyên xwe dike.

 

Behmen Mûradniya da zanîn ku roja derbasbûyî Serokê Banka Navendî ya Îranê bi armanca gotûbêjkirina çawahiya peydakirina budceyê bo projeyên parêzgehê, serdana Sine kiriye û got: "Destpêka biharê çalakiyên Navçeya Taybet a Aborî ya Bane destpê dikin û sektora taybet projeya vê navçeyê werdigire."

 

Mûradniya amaje bi çend projeyên din ên girîng ên parêzgehê yên di warên pîşesazî û çandinî de da û got, pêdiviya wan bi budceyê heye û Serokê Banka Navendî jî soz daye ku hevkariyê bike.

 

Parêzgarê Sine Behmen Mûradniya da zanîn ku nêzîkî 230 kîlometre sînorê hevbeş ê parêzgeha Sine ligel Herêma Kurdistanê heye û tekez kire ku di rewşa ambargoyên ser Îranê de parêzgeha Sine dikare di warê hinardekirinê de çareseriyek be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst