Genel Energy li Teqteqê 3 bîrên nû dikole

17-01-2019
RÛDAW
Nîşan Genel Energy Kurdistan Teqteq Bîrên petrolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kampaniya Genel Energy ku li kêlgehên Teqteq û Tawkê yên Herêma Kurdistanê kar dike, ragihand ku wek sala 2018ê di sala 2019ê de jî bi heman awayî asta berhemanîna petrolê rojane bo 37 hezar bermîl bilind dikin.

 

Genel Energy ragihandiye, ku eger bihayê petrolê dakeve 20 dolaran jî, kompanya dikare dîsan li Herêma Kurdistanê ji berhemanîna petrolê qezenc bike.

 

Kompaniya Genel Energy herwiha daye zanîn, ku bernameyê kolandina bîrên nû yên petrolê li du kêlgehên Tawkê û Teqteq berdewam dibe û kolandina wan bîran asta berhemanîna kompanyayê zêde dike.

 

Kompanya Genel Energy ragihandiye ku eger bihayê petrolê di sala 2019ê de bi giştî 45 dolar be, wê demê dikarin dahata 100 milyon dolar bidest bixin.

 

Kompanya navbirî daye zanîn ku sala 2019ê li Kêlgeha Teqteq 3 bîrên nû dikolin û hejmara wan bîran jî ku dixwazin li Tawkê bikolin eşkere nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst