Tankera petrola kurdan a 23yemîn hat barkirin

15-10-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw)- Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz ragihand ku duhî li Tirkiyeyê tankera petrola kurdan a 23yemîn hat barkirin.

Yildiz beşdarî panela “Rêya Gaza Başûr û Ewlekariya Enerjiyê” ya ji aliyê Weqfa Lêkolînên Civakî û Aboriya Siyasetê ve hatî sazkirin bû.

Wezîr Yildiz li ser mijara pêşveçûnên herêmê û polîtîkaya enerjiye axaft û li ser pirsa hinardeya petrolê û pereyên li Halkbankê hatin razandin got, duhî li Tirkiyeyê tankera petrola kurdan a 23yemîn hat barkirin.

Taner Yildiz diyar kir ku dahatên petrolê li Halkbankê tên razandin û wiha domand:

 “Dahatên petrolê ji bo rewşa Iraqê aram bibe girîng e. Ji beriya niha roje 100 hezar bermîl petrola Iraqê dihat hinardekirin, ji beriya 2 hefteyan bû 180 hezar waril û ji serê vê hefteyê û pê de jî gihîşt 240 hezar bermîl. Barê van boriyan 1,5 milyon bermîl e. Çiqasî zêde petrol li vê xetê biborî ewqasî Iraqê zû aram bibe.”

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz daxuyandin tu pirsgirêkên hinardeya Iraqê nîne û got hinardeya petrolê ji bo Iraqê gelek girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst