Hewlêr (Rûdaw) – Li Başûrê Kuristanê 164 parzûngeh dê werin girtin.
Li gorî biryara Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ya îro standî, 164 rafineyên li Başûrê Kurdistanê dê werin giritn.
Bi wî awayî li Başûrê Kurdistanê tenê 26 parzûngeh dê bimînin vekerî.
Bi biryarnameya 8545ê ya ji aliyê Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewranê ve hatî îmzekirin, ji bo karê petrol û xazê baştir bibe û qirêjîtiya derdorê kêm bibe xebat dê were kirin.
Tê pêşbînîkirin ew biryar di heyama 3 mehan de were bicihkirin.
Hat gotin biryara girtina 164 parzûngeh di 6 mehan de pêk were û cihê wan parzûngehab jî dê were paqijkirin.
Wezareta Çavkaniyên Sirûştî di çarçoveya biryara standî de ji Wezareta Navxweyî xwest ku li wan herêman tê behskirin tedbîrên pêwîst werbigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse