Yasaya bazîrganiya otomobilên destê duyem hat guhertin

15-05-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Wezareta Bazirganî û Gumrikê yê Tirkiyeyê Xebata xweya nûjenkirina yasaya kirîn û firotina meşineyên kevin ango destê duyem, bi dawî anî û hurgiliyên yasaya nû bi raya giştî re hat parvekirin.


Wezareta Bazirganî û Gumrikê yê Tirkiyê yasaya kirîn û firotina otomobîlên kevin nûjen kir, li gor vê yasayê tenê kesên destûra wan a fermî hebin dikarin bazirganiya otomobîlan bikin her wisa li gor yasaya nû divê firoşkêrên otomobîlan misogeriya 3 mehan bidine kiryaran.


Her çend kiryarên meşîneyan ji vê guhertinê razî bin jî  li gor bazirganên ne fermî yên Bakurê Kurdistanê ev yek dê deriyekî dahatê li bazirganiya Bakurê Kurdistanê bigire.


Ji bilî gelek xalên nûjenkirî, 3 xalên ku derketine pêş bi dilê firoşkarên galeriyên otomobîlan e, ji ber ku li gor vê yasayê tenê ew dikarin bazirganiya vê karê bikin û nabe kesek ku nasnameya wî ya tîcarî nebe di salê de ji 3 meşîneyên mustemel zêdetir bifroşe.


Serokê Jûra Galeriyên Meşineyan yê Amedê Murat Kaya ji Rûdawê re wiha got: “Ew kesên ku firoşkariyê ne fermî dikin, kareke kirêt dikin. Em kesên wek vî karê fermî dikin baca xwe didine dewletê û mesrefên me zêde ne; lê mesrefên wan nîne, ji bo wî jî em nikarin bi wana re hevberiyê bikin. Li gor min ev yasayek pir baş e, xwezî zûtir bihata kirin.”


Bazara meşîneyên firotinê li Amedê her roja yekşemê tê vekirin, bi sedan firoşkar û kiryar li dora hev diçin û tên. Kiryar ji vê yasaya nû razî ne, lê kesên ku vî karê seyar dikirin nîgeran in û dibêjin heke erk bi tevahî bikeve destê galerîvanan buhayê otomobîlan dê ji sedî 20 zêde bibe û ev bar li ser pişta kiryaran zêde dibe.


Meşînefiroş Muhammed Hakan jî got: “Ev yasaya nû belkî ji bo galerîvanên fermî baş be, lê ji bo me gelek nebaş e. Em bêkar in, tu derfetên me yên xebatê nîne, seyarefiroşî ji bo me rêyeke dahatê ye, çavên wan di wan du qirûşên ku em kar dikin de ne.Ka em bacê bidin dê ji me re çi bimîne!”


Li gor yasaya nû kesên ku bi kilometrê meşîneyên xwe bilîzin, ango kêm bidine nîşandin dê bêne cezarkirin. Herwiha divê firoşkar misogeriya motor û şanzumanê bi 3 mehan bide kiryar; ji bilî van şertê expertîzê jî di nav yasaya nû de cîh digire.


Firoşkarê bi navê Mihemed Tekdemîr jî wija axivî: “Nûjenkirina yasaya nû ya bazirganiya otomobîlên kevin bi dawî hat û biryar e heta heyama 10 rojan ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve were pesendkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst